Her du basikên YNKê derbarê pirsgirêkên navxweyî de dicivin

Berdevkê Basikê Navenda Biryarê ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Şelaw Esker ji malpera K24ê re ragihand, sibe her du basikên YNKê li Silêmaniyê dicivin û pirsgirêkên navxweyî gotûbêj dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Basikê Navenda Biryarê ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Şelaw Esker ji malpera K24ê re ragihand, sibe her du basikên YNKê li Silêmaniyê dicivin û pirsgirêkên navxweyî gotûbêj dikin.

Esker got jî: “Çend babetên diyarkirî hene ku di civînê de tên gotûbêjkirin, lê ti em wan aşkere nakin, heta piştî civînê. Bi giştî dixwazin di wê civînê de hemû pirsgirêkên navxwe yên YNKê û Herêma Kurdistanê çareser bikin.”

Derbarê nêrîna baskê Navenda Biryarê ya YNKê li ser xwepêşandanîn ku biryar e sibe bêne encamdan de, Esker got: “Em piştgîrî li hemû neraziyekê dikin, ku li ber keda xelkê be, lê em ne ligel wê cure xwepêşandanê ne, ku bibe sedema ajawe û qerebalixê û tindûtûjî lê bê kirin.”

Piştî nexweşiya Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî, pirsgirêkên navxweyî derketin holê. Roja 1 Îlonê jî cîgirên Sekreterê Giştî Kusret Resûl û Berhem Salih û hejmarek ji endamên Pîlotbîroya YNKê Navenda Biryarê ragihandin û gotin ku her biryarek di nava wê partiyê bêyî wan derkeve, nayê qebûlkirin.