Li bakur di 24 saetên dawî de 10 leşker hatin kuştin

2 cerdevan jî birîndar bûn.

K24-Navenda Nûçeyan

Li bakurê Kurdistanê di 24 saetên dawî de 10 leşker hatin kuştin 8 leşker û 2  cerdevan jî birîndar bûn.

Duh, danê êvarê li bajarê Şirnexê li ser riya Qilebanê gerîlayên PKKyê êrîşê leşkeran kirin û di encamê de 6 leşker hatin kuştin leşkerek jî birîndar bû.

Ji alîkiyeke din ve li bajarê Mêrdînê navçeya Dêrikê bombeya ku, li ser hatibû bicihkirin ji dûr ve hate teqandin û di encamê de 4 leşker canê xwe ji dest dan 4 leşker û 2 cerdevan jî birîndar bûn.

Herwiha li bajarê Colemêrgê navçeya Çelê jî di encama şer û pevçûnên navbera endamên PKKyê û hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê de 3 leşker birîndar bûn.