Pentagon:DAIŞê li ser bikaranîna çekên kîmyawî pêdagîre

Davis da zanîn ku, çekdarên DAIŞê berî niha 24 caran ew çek bikaranîne.

K24-Navenda Nûçeyan

Berdevkê Wezareta Bergiriya Amerîkayê(Pentagon) Jeff Davis ragehand ku, çekdarên DAIŞê li operasyona rizgarkirina Mûsilê pêdagîre li ser bikaranîna çekên Kîmyawî dikin.

Di sêşema borî de roketek li nêzîkî navendeke leşkerî li nêzîk navçeya El-qeyare ket, tê gumankirin jî ku, ew roket bi çekên kîmyawî hilgirbe.

Derbarê vê yekê Berdevkê Wezareta Bergiriya Amerîkayê(Pentagon) Jeff Davis ragehand ku, çekdarên DAIŞê li operasyona rizgarkirina Mûsilê pêdagîriyê li ser bikaranîna çekên Kîmawî dikin.

Davis da zanîn ku, çekdarên DAIŞê berî niha 24 caran ew çek bikaranîne, aşkere kir ku, ew cihê avêtina wan rokêtan nasdikin.aşkere kir ku, welatê wî bi armanca xweparastin ji çekên kîmyawî 50 hezar demik amadekirine, 40 hezar ji wan bo Artêşa Iraqê ne.

Tê zanîn ku, Hevpeymaniya Navdewletî di heftiya borî de kargeheke çekên kîmyawî yên  DAIŞê kire armanc, di encam de ew kargeh bi temamî wêranbû.