“Divê rêkeftinên Hewlêr û Dihokê bibin bingehên federalîzmê”

Hûrbîniyên pejirandina federalîzma Rojava û Bakurê Sûriyê roj bi roj bi dawî dibin, dûrxistina Encûmena Niştîmanî ya Kurd ji vê projeyê jî pê re tekez dibe. Serkirdên ENKS'ê amadekaria xwe ji bo çi projeyekê ku mafê gelê Kurd tê de misogerkirî be didin nîşankirin, lê li ser bingeha rêkeftina Hewlêr 1, ku di navbera Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û ENKS'ê de hatiye îmzekirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/3c1ae1c0-5aec-43de-84d8-41e8d8194b01/qamislo-rojava.ism/manifest

K24 – Qamişlo

Hûrbîniyên pejirandina federalîzma Rojava û Bakurê Sûriyê roj bi roj bi dawî dibin, dûrxistina Encûmena Niştîmanî ya Kurd ji vê projeyê jî pê re tekez dibe. Serkirdên ENKS'ê amadekaria xwe ji bo çi projeyekê ku mafê gelê Kurd tê de misogerkirî be didin nîşankirin, lê li ser bingeha rêkeftina Hewlêr 1, ku di navbera Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û ENKS'ê de hatiye îmzekirin.

Berpirsên Encûmena Damezrêner a sîstema Federalîzma Rojava û Bakurê Sûriyê didin zanîn ku di riya komîta diplomasî re hemû aliyên siyasî ji aliyê wan ve hatine dîtin, lê ji ber ENKS'ê di Hevpeymana Niştîmanî ya Opozîsyonê (Îtîlaf) de ye û helwestên wê li dijî karê Rêveberiya Xwesere ew ji hevdîtinan hatine dûrxistin.

Serkirdên ENKS'ê ji aliyê xwe ve dibînin ku, projeya navhatî ti taybetmendiyeke wê ya netewî ya Kurdî tê de tune ye û pêwîst e rêkeftinên berê yên Hewlêr1 û 2 û rêkeftina Duhokê bibine bingeh ji çi rêkeftinên bi TEV DEM'ê re, loma asta bêhêviyê di kolana Kurdî de zêde dibe û deriyê nakokî û girtinê di Rojavayê Kurdistanê de vekirî dimîne.