Li Stenbolê Mîhrîcana navnetewî ya Helbest û wêjeyê destpê kir

Ev mîhrîcana ku di 400 saliya wefatkirina Shakespeare de hatî vekirîn dê hefteyekê gelek semîner,panel û xwendina helbestan pêşkêş bike.
kurdistan24.net

K24-Stenbol

Gelek wêjekarên navdar yên dinyayê li stenbolê hatin nik hev. Di vekirina vê  mîhrîcana ku zêdetirî 20 helbestvan û wêjekaran beşdar bûyîn de hinek nivîskar û helbestvanên Kurd jî beşxdar bûn.  Di vê mîhrîcanê de gelek çalakiyên ji hev cida dê bêne nîşandayîn.

9emîn Mîhrîcana navnetewî ya Helbest û wêjeyê ya stenbolê destpêkir. Ev festîvala ku hetaniha 150 wêjekar kirî mêvan îsal ji herderên dinyayê zêdetirî 20 helbestvan û wêjekarên navdar dike mêvan.

Di mîhrîcana îsal de ji bilî helbestê ,çîrok,roman û wêjeya zarokan jî heye û di vekirina mîhrîcanê de li ser wêjeyê gelek axaftin hatin kirin.

Hinek helbestvanan jî helbestên xwe xwendin.

Sereko rûmetiyê ya mîhrîcanê Dogan Hizlan,ragihand ev mîhrîcan hem ji bo wêjeya Tirkiyê û ya dinyayê çalakiyeke giring e.

'' Hatina helbestvan û wêjekaran bo vê festîvalê hem yekitiyê çêdike hem jî ji bo naskirina welatan dibe derfetek mezin. Dinya êdî wek gundeki biçûk e.Bi rêya van  mîhrîcanan naskirina helbestvan û wêjekaran çêdibe û ev jî tiştekî gelek giring e.''

Wêjekarê navdar yê Arjantînî  Julio Salgado diyar kir ku pirtûk nivîsandin tenê ne besê pêwîste ev ji her aliyan ve bên parve kirin.

Wêjekarê Arjantînî Julio Salgado jî wiha got: '' Ji ber ku ve cara ewil e ez tên Stenbolê her der kêfxweşiyek nû dide min.Em li vê derê bi çavên xwe hevdu hembêz dikîn û herkes ji welatê xwe hizr û ramanên bi hevre parve dikin.''

Di festîvalê de wêjekarê Kurd Yavuz ekîncî jî got ez dixwazim di vê festivalê wêjeya Kurdan jî bibe mijarek sereke.

Ji aliyê xwe ve Wêjekarê Kurd Yavuz Ekinci wiha axifî: ''ev çalakî ji bo zimanan gelek baş in. Beriya niha di vê festîvalê de her sal wêjeya welatekê dibû mijara sereke.Me dixwest di vê festîvalê de wêjeya Kurdan jî bibûya mijara sereke.''

Ev mîhrîcana ku di 400 saliya wefatkirina Shakespeare de hatî vekirîn dê hefteyekê gelek semîner,panel û xwendina helbestan pêşkêş bike