Li Stenbolê Festîvala navnetewî ya Sûc û Cezayê bi rê ve çû

Destpêka festîvalê bi fîlmê bi navê '' Ma'Rose'' yê ku di festîvala fîlman ya Cannes ê de xelat wergirtî hat destpê kirin.
kurdistan24.net

K24-Stenbol

Festîvala navnetewî ya Sûc û Cezayê ya Stenbolê ya ku navê xwe ji pirtûka nîvîskarê navdar yê Rus Dostoyevskî distîne destpêkir. Mijara vê festîvala ku ev 6 sale tê rêvebirin, îsal dadmendî û hejariye.

Şeşemîn festîvala navnetewî ya Sûc û Cezayan ya ku ji aliyê zanîngeha Stenbolê ve tê rêvebirin bi galayekê destpêkir. Gelek lîstîvan û derhêner jî beşdarî galayê bûn.

Rêveberê Festîvalê  û Dekanê beşa hiqûqê yê zanîngeha Stenbolê  Prof. Dr. Adem Sozuer di destpêka galayê de got;  dadmendî û hejarî  yek ji giringtirîn meseleyên dinyayêne, ji ber wê me îsal mijara festîvalê kir ev herdu mesele.

Rêveberê Festîvalê Prof. Dr. Adem Sozuer wiha got: 'Em îro li dinyayeki wisa dijîn ku her roj li ser dinyayê 300 zarok ji ber hejariyê dimirin. %90 dewlemendiyên dinyayê di destê %1 mirovan de ne. Helbet sînema jî nikare li ber mijareke evqas giring bêdeng bimîne. Sînema yek ji giringtirîn amraza ku vê mijarê tîne rojevê ye.''

Derhêner Dervîş Zaîm ê ku fîlmê wî yê binavê ''Xewn'' yê 21ê vê mehê bikeve vîzyonê, bi Kurdistan24 re hestên xwe parve kir.

Derhêner Derviş Zaim jî wiha axifî: ''Festîvalekî wekî vê, ji bo Tirkiyeyê tiştekî giring e. Ji ber ku ev fîlmên ku wekî mijar li ser sûc û cezayê disekinin, dikarin gelek tiştan fêrî civakê bikin. Ez bawerim ev festîval dê gelek tiştan bide welatiyan.''

Lîstîkvan Şerafettîn Kayayê ku di fîlmê bi navê "Wicdanê" de dilîze jî balkişand ser giringiya van festîvalên ku mijarên wan civak e.

:'' Navnetewîbûna vê festîvalê û nîşandayîna fîlmên rewşa civakê, giringiya vê festîvalê zêdetir dike. Di fîlmê me de em dram û hejariya gundekî nîşan didin. Ez hêvîdarim ev festîvalên wekî vê berdewam bikin.''

Destpêka festîvalê bi fîlmê bi navê '' Ma'Rose'' yê ku  di festîvala fîlman ya Cannes ê de xelat wergirtî hat destpê kirin. Di vê festîvalê de ji 25 welatan 30 fîlmên dirêj û 9 kurte fîlm dê bê ne nîşandayîn.