Careke din gef li Cengînê Elîko tê kirin

Li gor Rêvebiriya ragihandinê ya Kantona Cezîrê wan muhletên kar dane 50 dezgehên ragihandinê, herwiha nûçegihanên navxweyî û biyanî jî bi awayeke azad karê xwe dikin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/5e7fdc18-5a1c-45cf-b30e-0f1d49352b6d/Ragihandin-Qamishlo.ism/manifest

K24-Qamşlo

Cengîn Elîko rojnamevane û di yekîtî Mîdiya de li bajarê Dirbêsiyê kar dike,  Elîko di meha çile ya îsal de,rastî êşkencê bûbû, dibêje ku, ji ber karê rojamevaniyê gelek caran ji aliyê grûpên nenaskirî ve, gef lê tên kirin, Elîko rexneyên tûnd li yaseyên Rêveberiya Xweser dike, herwiha ew di karê xwe de nûçeyên grêday ENKSê li ser torên mediyaya çivakî bilav dike.

Derbarê vê yekê wiha ji K24ê re got:"Di 4.1.2016an de, ez ji aliyê ji aliyê Asayişa Dirbêsiyê ji nav bajêr hatim revandin, piştre ez radestî girûpeke nenaskirî kirim, ez ji aliyê wê grûpa nenaskirî ve hatim êşkencekirin û avêtin."

Ji aliyê xwe ve Fermandariya Giştî ya Asyişa Rojava çîroka Cengîn Elîko red dike, tekezî li ser wê yekê dike ku,  Hêza Asayîşê dezgeheke medenî û serbixwe ye, herwiha ti pêwendiyên wê bi nankokiyên di navbera partiyên siyasî de nînin, da zanîn ku, hindek grûp hene, rojnamavenan û dezgehên ragihandinê armanc dikin daku, ezmûna Rêveberya Xweser reş bikin, Li gor Serokatiya Desteya Navxweyî li Kantona Cezîrê yasayên Rêveberiya Xweser azadiya rojnamegiryê û mafê derbrînê misoger û destnîşan dike.

Derbarê vê mijarê Serokê Desteya Navxweyî yê Kantona Cizîrê Kinan Berekat ji K24ê re wiha axifî:"Em qebûl nakin yek mirov nêzîkî rojnamevanan bibe, di aliyê parstinê de ewlehiya Kantona Cezîrê berpirsyaretiya me, çi karê ku, di paşerojê de bê encamdan, wê helwista me lihember hebe, rojnamegerî karekî azad û cihê rêzgirtinê ye."

Li gor amarên îsal yên derbarê mafên azadiya rojnamegiriyê li Rojavayê kurdistanê Di hefteya bûrî de, girûpeke nenas Radyoya ARTA FM li bajarê Amûdê şewetand , Herwiha rojnamevanekî Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) bi navê Arîn Cûdî li bajarokê Holê şehîdbû,  Ji aliyiya din ve, bi hiceta bilavkirina tevleheviyan Rêveberiya Xweser du dezgehên ragihandinê ji romala bûyerên Rojava qedexe dike lê li gor Rêvebiriya ragihandinê ya Kantona Cezîrê wan muhletên kar dane 50 dezgehên ragihandinê, herwiha nûçegihanên navxweyî û biyanî karê xwe bi awayeke azad dikin.