5 hezar cerdevan li Bakur tên zêdekirin

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan, piştî hevdîtina bi 50 rêveberên hin saziyên sivîl yên Bakurê Kurdistanê re, biryar da ku herî kêm 5 hezar cerdevan bên zêdekirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan, piştî hevdîtina bi 50 rêveberên hin saziyên sivîl yên Bakurê Kurdistanê  re, biryar da ku herî kêm 5 hezar cerdevan bên zêdekirin.

Rojnameya “Haberturk” ragehand, di civînê de biryar hatiye dayîn ku, cerdevan ji vir pê ve wek "Pasewanên Ewlekariyê" bên binavkirin û derveyî bajarên xwe jî dê beşdarî operasyonan bibin.

Herwiha mûçeyên cerdevanan tên zêdekirin, temenê xaneşînê dibe 45 sal û şûna wan jî xizmên wan dikarin bibin pasewan.

Yasaya Cerdevanî sala 1985 hat derxistin. Li gor daneyên fermî 83 hezar cerdevan li Bakurê Kurdistanê hene û heta niha 20 hezar cerdevan jî bûne xaneşîn.