Bi wêne.. Merasîma binaxkirina helbestvanê Kurd Hêdî
K24-Hewlêr
Di merasîmekê de û bi beşdariya kesayetiyên siyayî, rewşenbîrî û sedan kes termê Helbestvanê Kurd Xalid Husamî ku, bi navê Hêdî dihat naskirin bi xakê hat spartin.
Di merasîma binaxkirina helbestvan Hêdî de Serkirdeyê PDK Fazil Mîranî di gotarekê de wiha got:"Kesên mîna helbestvan Hêdî ne mûlkê malbata xwe ne ya partiya xwe yan jî beşek ji Kurdistanê, lê ew mulkê morovatiyê bi giştî ne."
Ji aliyê xwe ve jî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî nameya sersaxiyê bo malbata helbestvanê Kurd rêkir tê de wiha da zanîn ku, Helebstavê Kurd Hîdî jiyana xwe bo welatê xwe terxan kiribû, diyar kir ku, Barzaniyê nemir jî gelek rêzgirtin jê re digirt, koçkirina wî zirareke mezin bû, ji gel, wêje û rewşenbîriya Kurdî.
Helbestvan Hêdê di sala 1927ê de li gundê Şêxalî Megiryan ji dayîk bûye, tevlî Hêzên pêşmerge yên Qazî Mihmed li Mihabadê bûye, piştî rûxandina komara Mihabad tevlî şoreşa Îlonê li başurê Kurdistanê bûye, herwiha yek ni wan kesên herî nêzîk ji Mela Mistefayê Barzanî bû.
Di 27ê vê mehê de koça dawî kir û li Selahedîn bi xakê hat sipartin.