Serokwezîrê Iraqê gihêşt Hewlêrê
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî gihêşt Hewlêrê û ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî ve li firokxaneya Hewlêrê ya Navdewletî hat pêşwazîkirin.
Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, niha civîna Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li firokxaneya Hewlêrê ya Navdewletî dest pê kir. Serokê Hokûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî beşdarî civînê bûne.
Peymanêrê K24ê ragihand jî, serdana Ebadî ne çaverêkirî bû û ji navçeya bertele bi helîkoptereke leşkerî gihêşte Hewlêrê.
Piştî destpêkirina operesyona rizgarkirina Mûsilê, ev bi yekem serdana Ebadî bo Hewlêra Paytext tê hejmartin.