Guhdanên pêwîst bi şûnwaran nayin kirin

Rojavayê Kurdistanê bi şûnwar û cihên kevnar dewlemend e, lê ji beriya nêzî 6 salan ve guhdan bi van cihan kêm bûye. Hin saziyên parastina şûnwaran dest bi projeyên çakirina cihên kevnar kirine, lê hin pispor dibînin ku, pêwîst e guhdaneke zêdetir hebe, da dîroka deverê parastî bimîne.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Rojavayê Kurdistanê bi şûnwar û cihên kevnar dewlemend e, lê ji beriya nêzî 6 salan ve guhdan bi van cihan kêm bûye. Hin saziyên parastina şûnwaran dest bi projeyên çakirina cihên kevnar kirine, lê hin pispor dibînin ku, pêwîst e guhdaneke zêdetir hebe, da dîroka deverê parastî bimîne.

Gundê Til Bêder yek ji giringtirîn cihên şûnwarî di Rojavayê Kurdistanê de ye. Berpirsê Desteya Parastina Şûnwaran Jiyan Îsa ji K24ê re diyar kir ku, ev deverên dîrokî rastî gelek xerakirinê tên û bêhtirî xwe ji ber rewşa keşûhewayê ev cih di bin gefê de dimînin, loma dest bi projeyên nûjenkirina van şûnwaran kirine. Îsa tekez kir jî ku ji ber lawaziya karînên madî û zanistî, karê wan rastî gelek zehmetiyan tê.

Şaristaniya ku li Til Bêder hatiye dîtin, dîroka wê vedigere nêzî 3 hezar sal berî zayînê, ji bilî hin deverên din yên dîrokî, ku dîroka wan vedigere nêzî 6 hezar sal berî zayînê.

Pisporê şûnwaran Ilyas jî dibêje ku, cihên kevnar li herêma Cezîrê a Rojavayê Kurdistanê gelek ziyan ne gihiştiye wan, mîna hin cihên din yên li Sûriyê, lê pêwîstiya van cihan berdewam bi guhdanê heye.

Herwiha Ilyas dide zanîn jî ku, di vê demê de karînên wan tune ne, da lîkolînan di cihên şûnwarî de bikin û tenê hemû karînên xwe ji bo çakirin û nûjenkirinê bidest dixînin.

li Rojavayê Kurdistanê nêzî yek hezar û 48 gundên dîrokî hene, ku li 20 cihî ji wan şandên navdewletî tê de lîkolîn kirine. Li gorî pisporan tenê nêzî 10% ziyan gihiştiye van cihan, lê ji ber rewşa şer û tunebûna karînan, ev cih bê guhdanên pêwîst dimînin.

Di dema hin saziyên serbixwe û yên girêdayî Rêveberiya Xweser bi karê parastin û çakirina van cihên şûnwarî radibin, hin pispor dibînin ku pêwîst e guhdaneke bêhtir bi van cihên şûnwarî hebe. Herwiha karîn bêne bidestxistin ji bo avakirina mozexaneyeke taybet bi şûwarên deverê û dest bi lîkolînan careke din bê te kirin, da dîroka deverê parastî bimîne.