Tayland.. Festîvalek di bin heyva mezintirîn de

Li Bangkok Paytexta Taylandê “Thailand”, di bin heyva mezintirîn de festîvala “Loy Kratong” saz kirin. Taylandiyan selikên xwe bi mûmik û kulîlkan xemilandin, danîn ser pelgên mûz û lotusan û berdan robar û deryayan. Bi vê awayê şansê xerab bela xwe ji wan vedike û bi avê re diçe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Welatiyên Bangkokê bi armanca pîrozkirina festîvala Loy Kratong li Parka Benjakiti civiyan. Ev kevneşopiya hezaran salan hêj berdewam dike.

Ji sala 1948'ê pê ve yekem car e, ku li Bangkokê heyv ewqas mezin û bi ronahî li rûyê ezmanê diyar dibe.

Loy Kratong di zimanê Taylandê de tê weteya selika gilover. Li seranserê welêt, piranî jî li başûrê rojavayê tê pîrozkirin.

Li gor salnameya herêmî û kevnar ya taylandê, di meha 12'ê de tê pîrozkirin lê her sal ev yek diguhêre. Carînan meha kanûn e, carînan jî mijdar e.

Par di 25'ê meha 11'ê de hat pîroz kirin. Gelek caran xelkê biyanî jî beşdarî merasiman dibin. Û helbet evîndar û dilxwaz.

Îsal jî Taylandî di 14'ê mehê de, di bin heyva 14 şevî de çûn ber deryayê.  Sepetên xwe bi kulîlk û mûmikan xemilandin û berdan deryayê.

xelkê deverê rêzgirtina xwe hember xwedawendên avê nîşan didin. Ji avê û xwedêwendan alîkarî dixwazin.

Beşdar, mûmikê vêxistî, ser pelgên mûzê û lotusê di nav selikên dixemilandî de berdidin avê.

Bi vê bawer dikin ku hemû gunehên wan û şansê xirab di avê re biçin û bi vî awayê pak bibin.