Ahmed Turk ji zindanê payamnek şand
K24-Navenda Nûçeyan
Şaredarê bajarê mezin ê Mêrdînê Ahmed Turk di girtîgeha Stenbolê de bi rêya parêzerê xwe peyamekê dişîne.
Ehemed Tirk ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve 17ê vê mehê ji karê hate derxistin û di 21 heman mehê hêzên ewlehî ew girtin.
Tirk bi rêya parêzerê xwe di zindanê de peyamekê dişîne û tê de aşkere dike ku, di dema girtina wî de polîsan bêrêzî lê kirine.
Şaredarê bajarê mezin ê Mêrdînê got:” Heta niha ez bi rûmet jiyame û niha jî ez ê rûmeta xwe biparêzim.”
Li gor gotina parêzerên Ehmed Tirk li gel Hevserokê BDP, Sebahet Tuncel û parlementerên HDPê Nursel Aydogan û Nîhat Akdogan û hevserokê şaredariya mezin yê Wanê Bekir Kaya di yek zindanê dane.