HAK-PAR daxwaza yekîtiya welatparêzên Kurdan kir

Tundiya li Bakur tê jiyandin gelê Kurd rûbirûyî trajediyan tîne.

K24-Navenda Nûçeyan

Meclisa Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) di daxuyaniya de, ku di 26ê Mijdarê de li Enqereyê kombûyî, rexne li rewşa aloz li Tirkiye kir û daxwaz ji welatparêzîn Kurdan kir, ku yekbin!

Meclisa Partiya HAK-PAR dûrbûn a Tirkiye ji Yekîtiya Ewrûpa û nêzîkbûna bi Shanghay5 re, wekî pêngavek paşvekeftina nirxên demokrasiyê li Tirkiye binav kir.

Herweha, sere ku li Bakurê Kurdistanê de birêve diçe, ne di berjewendiya gelê Kurd de nirxand. Diya rkir, ku tundûtujiya li Bakur tê jiyandin gelê Kurd rûbirûyî trajediyan tine.