Kiliçdaroglu: Yûnanistanê 18 giravên me dagîr kiriye

Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, di axaftina xwe ya di Gruba Parlementoyî ya Partiya xwe de, rexneyên tund li siyaseta desthilata AK Partiyê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, di axaftina xwe ya di Gruba Parlementoyî ya Partiya xwe de, rexneyên tund li siyaseta desthilata AK Partiyê kir.

Kiliçdaroglu diyarkir, ku “Di 18 giravan de alaya Yûnanistanê pêl dide. Giravên me ne. Ger dîk bang bikin, em dikarin bibihîzin. Alaya Yunanistanê li wan deran çikandin e. Yunanistan ew der dagîrkirin e.”

Kiliçdaroglu got jî: “Ji zimanê AK Partî nijadperestî nakeve, heta dibêjin: bi Lozanê xaka me hate kêmkirin. Herî nêzîkê me, niha me18 girav wenda kirin e. Niha ez ji Serokwezîr dipirsim: Hên dê van 18 giravan ji dest Yûnanistanê derxînin? Tu neteweperest î, yan na?”