HSD: Hêvî dikin Amerîka Sozên xwe bicih bîne

Piştî vekşandina YPG ji bajarê Minbicê û gundewarê wê, şervanên Encûmena leşkerî ya Minbicê dibin armanca firokeyên Tirkiyê û hêzên “Mertala Feratê”, li gorî Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku vekişandina YPGê hat piştî sozên Amerîkî ku ewê li dijî erîşên Tirkiyê û alîgirên biseknin, lê ta niha Amerîkî bê helwest e. Herwiha HSD doza bicihanîna sozan ji Amerîka dike.
kurdistan24.net

 

K24 – Minbic

Piştî vekşandina YPG ji bajarê Minbicê û gundewarê wê, şervanên Encûmena leşkerî ya Minbicê dibin armanca firokeyên Tirkiyê û hêzên “Mertala Feratê”, li gorî Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku vekişandina YPGê hat, piştî sozên Amerîkî ku ewê li dijî erîşên Tirkiyê û alîgirên bisekine, lê ta niha Amerîkî bê helwest e. Herwiha HSD doza bicihanîna sozan ji Amerîka dike.

Berdevkê Fermî yê HSDê Telal Silo ji K24ê re got: “Me daxwaz ji Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî kir, ku pabendî peymanên xwe derbarê Encûmena Mibicê bibin, Encûmena Leşkerî ya Minbicê ji xelkê wê deverê pêk tê û xelkê Minbicê ji êrîşên Tirkiyê diparêzin.”

Di rojên bihûrî de şervanên Minbicê karîn hin tankên Artêşa Tirkiyê bi çekên pêşketî birûxînin û ev nîşan e ku şervan çekên giran ji Hevpeymaniya Navdewletî wergirtine, lê her ku şervanên Minbicê nêzî Babê dibin, Tirkiyê asta gefan bilind dike, û ta niha çarenivîsa vê herêmê ne diyar e.