Mesrûr Barzanî pêşeroja Herêma Kurdistanê ligel îderaya nû ya Amerîka gotûbêj dike

Bo gotûbîjkirina pêşeroja Herêma Kurdistanê li Rojhilata Navîn û piştevanîkirina hêza Pêşmerge û zanîna dîtin û nêrîna berpirsên pilebilind yên niha û îdareya bê ya Amerîka û tîma serokê hilbijartî Donald Trump, Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Washingtonê kir.
kurdistan24.net

K24 – Wasington

Bo gotûbîjkirina pêşeroja Herêma Kurdistanê li Rojhilata Navîn û piştevanîkirina hêza Pêşmerge û zanîna dîtin û nêrîna berpirsên pilebilind yên niha û îdareya bê ya Amerîka û tîma serokê hilbijartî Donald Trump, Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Washingtonê kir.

Di vê serdanê de, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên jî bi Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re ye.

Mesrûr Barzanî di vê serdana dîplomasî de dixwaze li herema welatên cîhanê xebat û qurbanîdana Pêşmerge ligel xebata dîpolmasî ya guncaw de, careke din pirsa pêşeroja Herêma Kurdistanê li navçeyê gotûbêj bike.

Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dixwaze ligel îdareya niha û ya dahatûya Amerîka behsa pêşeroja Kurdistan û Pêşmerge bike, bi taybet ku çendîn car e Amerîka Kurd bi dostê xwe yê nêzîk dizane û piştevanî û hevkariya berdewam ya Pêşmerge li dijî DAIŞê dike.

Herwiha ev hevkarî û piştevanî, ji aliyê çendîn endamên tîma Trump jî hatiye tekezîkirin.

Herwiha Mesrûr Barzanî, bi niyaz e li çendîn simînar û civînan li navenda Tink tank yê Amerîka beşdar bibe, bi armanca diyalog, hizr û raman û jihevtêgihêştina zêdetir li ser Herêma Kurdistanê.

Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di daxuyaneke taybet bo K24ê de ragihand, ku armanc ji serdana me bo Washington ew e, ku spasiya îdareya nû ya hikûmeta Amerîka bikin, ku ew alîkariya Pêşmerge û Herêma Kurdistanê dikin. Herwih em dixwazin ji siyaseta îdariya nû têbigihên û digel wan nêrînên xwe gotûbêj bikin, lê ew hîn dest bi kar nekirine, ji bo wê yekê niha bi fermî siyaseta xwe aşkere bikin.