Lavrov:Em amadene danûstandinê derbarê Helebê ligel Amerîkayê bikin
K24-Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergy Lavreo ragehand ku, welatê wî derbarê vekişîna çekdarên Opozîsyona sûriyê ji rojhelatê Helebê amadeye danûstandinê li gel Amerîkayê bike.
Piştî civîna wî di çarçoveya dîdara goftûgoyên Deryara Spî li Romayê ligel Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergy Lavreok ragehand ku, welatê wî amadeye derbarê vekişîna çekdarên Opozîsyona Sûriyê ji taxên rojhelata bajarê Helebê ligel Amerîkayê danûstandinê bike.
Piştî êrîşên giran ji aliyê rejîma Sûriyê û Rûsyayê li ser taxên rojhelatê bajarê Helebê sedan kes hatin kuştin û li gor Neyeweyên Yebûyî heta niha 50 welatiyên sivîl ji wan taxan reviyane û ber bi navçeyên dibin kontirola rejîma Sûriyê û taxên Kurdan li Helebê ve çûne.