Rêjîm berve taxên Helebê yên kevnar diçe

Artêşa Sûriyê dergeha sereke ya firokxaneya Helebê kontrol dike û berve taxên Heleb yên kevnar ve diçe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Sûriyê dergeha sereke ya firokxaneya Helebê kontrol dike û berve taxên Heleb yên kevnar ve diçe.

Opersyona leşkerî ya artêşa Sûriyê bi piştevaniya mîlîşyatan û firokeyên Rûsî li taxên rojhilata Helebê berdewam e. Herwiha gefê li çekdarên opozîsyonê jî dixwe, ku dê di Helebê bêne kuştin.

Artêşa Sûriyê jî ragihand, herî dawî dergeha sereke ya firokxaneya Helebê kontrol kir û berve taxên Heleb yên kevnar di pêşveçûnê de ne.

Ev yek di demekê de ye, ku biryar e îro Encûmena Asayişa Navdewletî bicive û dengdanê li ser proseyeke agirbestê ya 7 rojan bike, lê ne diyar e ku vê carê jî Vetoyê li dijî vê biryarê bikar bîne yan na.

Ji aliyê xwe ve, Rûsyayê ragihandibû ku hêzên wê li Helebê piştevaniya artêşa Sûriyê dike û ew amade ye ligel Amerîka danûstandinan bike, da ku çekdarên opozîsyonê ji Helebê derkevin.  

Ji du hefteyan ve, artêşa Sûriyê bi piştevaniya mîlîşyatên Iraqî, Îranî û Hizbulaha Libnanî û êrîşên esmanî yên Rûsyayê dest bi operesyoneke leşkerî li taxên rojhilatên Helebê kirine û gelek tax ji destê çekdarên opozîsyonê kontrol kirine.