Endameke tîma Trump: Kurd hêzeke bibandor e

Endameke tîma serokê hilbijartî yê Amerîka Donald Trump bo karûbarên Rojhilata Navîn ragihand, Kurd hêzeke bibandor e di şerê DAIŞê de û îdareya nû ya Amerîka berdewam dibe bi karê xwe bi Kurd re.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endameke tîma serokê hilbijartî yê Amerîka Donald Trump bo karûbarên Rojhilata Navîn ragihand, Kurd hêzeke bibandor e di şerê DAIŞê de û îdareya nû ya Amerîka berdewam dibe bi karê xwe bi Kurd re.

Mary Beth Long di hevdîtinekê ligel rojnameya “Huriyyet” a Tirkiyê re derbarê helwesta Trump bi Kurdê Rojavayê Kurdistanê de ragihand, Amerîka di şerê li dijî DAIŞê de li Sûriyê bi YPGê re kar dike. Herwiha li gor Mary Beth Long Kurd di şerê DAIŞê de gelekî serkeftî bûn û yek ji serkeftirîn hêz e ku li dijî DAIŞê şer dikin.

Mary Beth Long got jî: “Kurdên Iraq û Sûriyê heta îro bibandortirîn hêz in û daxwazên vekişandina wan ji eniyên şer, sînordarkirin û kêmkirina karînên wan e.”

Derbarê pirsa serxwebûna Herêma Kurdistanê de Mary Beth Long GOT: “Pirsa serxwebûna Kurdên li Iraqê û mijara Kurdên Sûriyê dê ji hev cûda bêne nirxandin. Jixwe pêwendiyên Amerîkayê bi Kurdên Iraqê re cuda ye. Hûn dizanî jî hêzên Amerîka niha li Hewlêrê û çend cihên din ên Kurdistana Iraqê hene.”

Mary Beth Long di serdema serokatiya Ceorge W BusH DE DI Wezareta Bergîriyê ya herdu wezîran de Donald Rumsfeld û Robert Gates de erkê wê yê balkêş hebû û di sala 2015an de kamîpena Mitt Romney bi hilbijartina serokatiya Amerîka birêve biribû, di meha dawî de jî beşdarî kampîna Trump bûbû.