Mesrûr Barzanî û Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka pêşeroja Kurdistanê gotûbêj dikin

Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken li ser pêşeroja Kurdistanê gotûbêjkirin. Herdu aliyan jî tekezî li ser bihêzkirina pêwendiyan di navbera Hewlêr û Washingtonê kirin.
kurdistan24.net

K24 – Washington

Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken li ser pêşeroja Kurdistanê gotûbêjkirin. Herdu aliyan jî tekezî li ser bihêzkirina pêwendiyan di navbera Hewlêr û Washingtonê kirin.

Di hevdîtinê de, herdu aliyan behsa qonaxa piştî şerê Mûsilê û jinavvbirina DAIŞê li Irqê kirin. Mesûr Barzanî jî tekez kir, Pêşmerge û gelê Kurdistanê hevbeşê Amerîka û cîhanê dibe di rûbirûbûna terorê de.

Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken.

Çend roj in, Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serokatiya şandekê bi Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên re bo gotûbêjkirina pêşeroja Herêma Kurdistanê û alîkariya hêza Pêşmerge û zanîna hizr û nêrînên berpirsên pilebilind yên niha û îdareya dahatû ya Amerîka û tîma serokê nûhilbijartî Donald Trump, li Washingtonê ne.

Civîna şanda Herêma Kurdistanê û Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê

Mesrûr Barzanî dixwaze di vê serdana dîplomasî de, li herema welatên cîhanê xebat û qurbanîdana Pêşmerge, di xebata diplomatîk ya guncaw de, careke din pirsa pêşeroja Herêma Kurdistanê li navçeyê gotûbêj bike.

Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi armanca ligel îdareya niha û ya dahatû ya Amerîka behsa pêşeroja Herêma Kurdistanê û Pêşmerge bike, bi taybet ku çendîn car e Amerîkî Kurd bi dostê xwe yê nêzîk zaniye, hevkar û piştevanê Pêşmerge yê berdewam e di şerê terorê de.