Amerîka hezar û 700 leşkeran rêdike Iraqê

Ew leşker dê 9 mehan li Iraqê bimînin.

K24-Navenda Nûçeyan

Bi armanca erkekê ku, biriya 9 mehan berdewam bike Amerîka amadekariyên xwe dike daku, hezar û 700 leşkerên din di destpêka sala nû de bişîne Iraqê.

Derbarê wê hêza Amerîkî rojnameya Washngton Post nûçeyek belav kiriye ku, tê de ragehandiye ku, di çarçoveya xebatên Hevpeymaniya Navdewletî di şerê li dijî DAIŞê Amerîka niha amadekariyên xwe dike ku, hezar û 700 di destpêka sala nû de 2017ê bişîne Iraqê.

Li gor berpirsekî wê hêzê ragehandî ku, ew leşker  li I9 mehan raqê dimînin û da zanîn ku, ew hêz bi armanca têkbirina rêxistina DAIŞê û piştgiriya Artêşa Iraqê wê biçe wî welatî.