Amerîka: Berpirsyaretiya me ya exlaqî bo piştgiriya Kurdan heye

Bûye heftiyek şanda Herêma Kurdistanê serdana Amerîkayê kiriye.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Kongresa Amerîkayê ragehand ku, Amerîka sipasiya Kurdan û pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de dike, herwiha endamekî kongresê jî dibêje ku, Amerîka berpirsyaretiya exlaqî heye , piştgiriya Kurdan bike.

Şanda bilind a Herêma Kurdistanê bûye heftiyek li Amerîkayê û heta niha gelek civîn ligel berpirs û rayedarên wî welatî re pêkanîne.

 

di çarçoveya hevdîtinên xwe de şanda Herêma Kurdistanê ligel komîteya ewlekariya kongresê bi serokatiya sînator Dayan Vaynstin, serokê komîteya ewlekariyê li Encûmena pîran a Amerîkayê civiyan, di wî civînê de wî sînatorî got ku, Amerî di dema borî de pişta xwe dabû Kurdan lê belê niha ew êdî wê yekê nake, Amerîka berpirsyaretiya exlaqî bo alîkariya Kurdan heye.

Ji aliyekî din ve şanda Herêma Kurdistanê ligel Endama Kongresê Kay Granger re civiyan û di civînê de xanim Granger da zanîn ku, ji mêjde ew dostên Kurdane.

Herwiha şanda Herêmê li gel Endamê kongresa Amerîkayê Adem Kîsincerî civiyan, wî endamê kongresê gotî ku, gelê Amerîkayê bi giringî li qurbaniyên Kurdan di şerê li dijî DAIŞê dinêrin û rola gelê Kurd di vî warî de mezine.

Her di çarçoveya civînande  şanda Herêma Kurdistanê ligel Endamî kongiresê Dêvid Nones civiyan, di civînê de behsa pêwendiyên welatê xwe û Kurdistanê piştî şerê DAIŞê kir, ji aliyê xwe ve Mesrûr Barzanî da zanîn ku, her dema şerê DAIŞê bi dawî were dê şerê sîxûriya DAIŞê destpêdike, lewma gelekî giringe ku, Amerka li ser alîkariya leşkerî bo pêşmerge berdewam be.