Mesrûr Barzanî:Şerê Mûsilê dê dirêj bike

“Em spasiya Amerîka dikin bo hevkariyan, lê çaverêyî hevkariya zêdetir dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê proseya rizgarkirina Mûsilê de ragihand, ji destpêkê ve pêşbîniya me hebû ku şerekî dirêj dibe û DAIŞ çend tektîkên cuda bikar tîne.

Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevdîtinekê de ligel kenala “FOXNews” li Washingtonê ragihand û got: “Di baweriya min de şerekî dibe û her ji destpêkê ve me pêşbîniya wê yekê kiribû, ji ber ku Mûsil dawî meydana şerê DAIŞê li Iraqê ye, herwiha paytexta DAIŞê ye. DAIŞ bi asanî dest ji Mûsilê bernade, di vê dawiyê de pêşveçûnên hêzên Iraqî li nava Mûsilê rastî şerekî aloz dibin û DAIŞ çendîn tekîtîkên cuda bikar tîne û bo sistkirina pêşveçûnên hêzên Iraqî. Wek bikaranîna tunel û nîşanvanan û herwiha danîna rêjeyeke mezin ji bombeyên çandî û otombîlên bombebarkirî û di vê dawiyê de jî tektîka bikaranîna firokeyên bê firokvan bikar tîne.”

Barzanî got jî: “Niha şer zêdetir li rojhilatê bajêr e û reng e şer zêdetir aloz bibe, heger bigiha rojavayê bajêr, ji ber wê ne asan e pêşbîniyê bikin ku di çi demê de Mûsil bi tevahî ji destê DAIŞê rizgar bibe.”

Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê amaje kir jî, DAIŞ li ser destê hêza Pêşmerge hate têkşikandin û bo nava Mûsil û Tileferê vekişiya. Ev jî di dema ku çekê pêşkeftî kete destê Pêşmerge. Barzanî got jî: “Em spasiya Amerîka dikin bo hevkariyan, lê çaverêyî hevkariya zêdetir dikin. herwiha Barzanî got: “Di şerê DAIŞê de hezar û 500 Pêşmerge şehîd bûn û zêdetirî 10 hezar Pêşmerge jî birîndar bûn.”

Derbarê qonaxa piştî rizgarkirina Mûsilê de, Barzanî got, ji ber pêkhateyên netewî û olî, pêwîst e rêkeftina siyasî hebe, bo birêvebirina parêgehê piştî DAIŞê.

Derbarê pêwendiyên pêşeroja Herêma Kurdistanê û Bexdayê de û serxwebûna Kurdistanê de, Barzanî amaje bi kir, ku serxwebûn mafekî rewa ya gelê Kurd e, lê pêwîst e bi awayekî aştiyane û bi têgihêştin ligel cîranan were encamdan.