Amerîka 200 leşkerên din dişîne Rojavayê Kurdistanê

Amerîka 200 leşkerên din di çarçoveya operasyona kontrolkirina Reqayê, dişîne Rojavayê Kurdistanê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Amerîka 200 leşkerên din di çarçoveya operasyona kontrolkirina Reqayê, dişîne Rojavayê Kurdistanê.

Wezîrê Bergîriyê ya Amerîka Ashton Carter ragihand, bo piştevaniya şerê kontrolkirina bajarê Reqa, Amerêka biryar da 200 leşkerên din bişîne Sûriyê.

Careter diyar kir, erkê wan leşkeran hevkariya hêzên xwecihî yên di operasyona kontrolkirina Reqayê de beşdar in, bike.

Serkirdeyên HSDê li bajarê Hesekê civîneke berfereh bi hemû hêzên di operasyona rizgarkirina Reqayê de lidar xistibû û ragihandin ku, qonaxa duyem ya operasyona kontrolkirina Reqayê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî wê di rojên nêzîk de dest pê bike.

HSDê di roja 14 Mijdarê de ragihandibû, di qonaxa yekemîn a operasyona rizgarkirina bakurê Reqayê de, 34 gund, 31 zevî û 7 girên stratejîk hatine kontrolkirin. Herwiha 167 çekarên DAIŞê hatine kuştin û 12 otombîlên DAIŞê hatine teqandin.

Ji aliyekî din ve, Carter amaje kir, hevahengiyeke baş di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de derbarê rûbirûbûna DAIŞê de heye û tekez kir jî ku bidawîbûna DAIŞê li Iraqê nêzîk bûye.

Tê zanîn, Di çarçoveya operasyona rizgarkirina Minbicê de 250 leşkeran gihêştibûn Rojavayê Kurdistanê, ji bo alîkarî û perwerdekirina hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD).