Parlamentoya Ewropayê Xalata Saxarov dide du keçên Kurd
K24-Navenda Nûçeyan
Parlamentoya Ewropayê di merasîmekê de xelata Saxarov da her du keçên Kurdên Êzdê Nadiya Mûrad û Lemîea Beşar.
Di destpêka merasîmê de Serokê Parlamentoya Ewropayê gotarek pêşkêş kir, ajaje bi wan her du keçên Kurd kir ku, bûne simbola qurbaniyên Êzdiyan û da zanîn ku, ew her du keç berpirsyaretiya wan e û aşkere kir ku, divê cîhan piştgiriya gelê wan bike.
Herwiha Serokê Parlamentoyê diyar kir ku, heta niha derbarê komkujiya Êzdiyan dadgeh çênebûne û divê doza wan radestî dadgeha navdewletî a twanan were kir, herwiha da zanîn ku, şanaziya wane weke parlamentoya Ewropayê xelata Saxarov a 2016ê bidin wan her du keçan.