Esed: Êrîşa ser Tedmurê bo astengkirina kontrolkirina Helebê ye

Serokê Sûriyê Beşar Esed dibêje, êrîşa li ser Tedmurê hewlek e ji bo astengkirina operasyona artêşa Sûriyê li Helebê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Sûriyê Beşar Esed dibêje, êrîşa li ser Tedmurê hewlek e ji bo astengkirina operasyona artêşa Sûriyê li Helebê.

Serokê Sûriyê Beşar Esed di hevdîtinek, digel kenalek Rûsî de got, êrîşa terorîstan li ser bajarê Tedmurê yê dîrokî wek bersîvekê li ser pêşketinên rêjîma Sûriyê li Helebê hat.

Esed got jî, armanc ji wê êrîşê astengkirina serkeftinên artêşa Sûriyê li Helebê ye û tekez jî kir, ew qet nahêlin ew armanc bigihe serî.

Esed amaje kir, welatên rojava çi giringiyê niha nadin Tedmurê, ji ber ku ketiye destê terorîstan de. Li gor Esed, eger hikûmeta Sûriyê ketiba wî bajarî, wê gotibana: derbarê şûnwaran li Tedmurê û kesên sivîl li wî bajarî em nîgeran in.

Ji aliyê xwe ve, Berdevkê Pentegonê Jeff Davis nîgeraniya xwe derbirî, ku artêşa Sûriyê bilez ji bajarê Tedmurê yê dîrokî reviya, ku tê wateya rêjîm û Rûsyayê hemû giraniya xwe dane li ser Helebê û Tedmur jibîr kirine.

Roja Yekşemê 10 vê mehê piştî 8 mehan ji derxistina wê DAIŞ careke din karî derbasî bajarê Tedmûrê yê dîrokî bibe.