Li Bakur pîşeya kevnarfiroşiyê li ber wendabûnê ye

Li gelemperiya Bakurê Kurdistanê û li Diyarbekirê, pîşeya firotina alav û destkariyên dîrokî, li ber wendabûnê ye. Li herêma bakur, tenê li Diyarbekirê dikaneke kevnarfiroşiyê maye û li hember jiyana nûjen hêdî hêdî ber bi wendabûnê ve diçe.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li gelemperiya Bakurê Kurdistanê û li Diyarbekirê, pîşeya firotina alav û destkariyên dîrokî, li ber wendabûnê ye. Li herêma bakur, tenê li Diyarbekirê dikaneke kevnarfiroşiyê maye û li hember jiyana nûjen hêdî hêdî ber bi wendabûnê ve diçe.

Xalîçeyên reng bi reng, nexşên li ser berhemên dîrokî û alavên ku ji aliyê nifşê nû ve nayên naskirin, hemû di vê dikanê de hatine komkirin. Xwediyê dikanê Cawîd Satici diyar dike ku berê li herêmê 15 kesan ev kar kiriye lê belê niha ew bi tenê maye û hewil dide ku vê pîşeyê biparêze.

Kevnarfiroş Cawîd Satici li ser vî karî ji K24ê wiha got: "Ez di vî karî de tenê mame.Neyeta min jî heye ez dest ji vî karî berdim. Lê belê ez ji bajarê xwe hez dikim, ez ji vî karî hez dikim. Ji bo xatirê hezkirinê ez vî karî dewam dikim."

Alav û berhemên li vê dikanê li hev civiyane, ji aliyê etaran ve ji gundan tên bidestxistin. Cawîd Satici, ji bo berhemên dîrokî, hem bi etaran re hem jî bi navbeynkaran re her tim di nav dan û stendinê de ye. Lewra Satici diyar dike ku ew tu carî tiştên bi makîneyan çêdibin, nakire û nafiroşe. Berhemên di destên Satici de herî kêm 30 sal berê hatine çêkirin. Ango her yek ji van berheman, şahedê jiyanên cur be cur in.

Cawîd Satici dibêje: "Berê xelk ji Rihayê dihat, ji Mêrdînê dihat, ji bajarên derdorê dihat, vî karî ji me hîn dibû û van tiştan ji gel me dibirin. Niha em li wan deran digerin, lê em van berheman peyda nakin. Lewra danasîna Diyarbekirê nabe, ji bo vî karî piştgirî hewce ye. "

Firoşkarê berhemên kevnare, 58 salî ye û ev 28 sal in vî karî dike. Li gorî Cawîd Satici, nirxê berhemên destan her tim zêde ye. Lewra li vir, berhema herî erzan 100 lîre ye û buhayên wan heta 8 hezar lîreyan jî zêde dibe.Berhemên ku ji çar aliyên welêt hatine bidestxistin, her çiqas bala niştecihan zêde nekişîne jî ji bo geştegerên biyanî her tim wekî navnîşana yekemîn e.