Li Kobanê xwaringeha Trump hate vekirin

Piştî ku ji Şam koçber bû û li bajarê zaroktiya xwe vegeriya, welatiyekî ji Kobanê xwaringeheke biçûk ji bo firotina felafilan vedike û navê xwaringeha xwe li ser navê serokê Amerîkayê yê nûhilbijartî “Trump” lê dike.
kurdistan24.net

 

K24 – Kobanê

Piştî ku ji Şam koçber bû û li bajarê zaroktiya xwe vegeriya, welatiyekî ji Kobanê xwaringeheke biçûk ji bo firotina felafilan vedike û navê xwaringeha xwe li ser navê serokê Amerîkayê yê nûhilbijartî “Trump” lê dike.

Xwediyê xwaringehê Welîd, ji ber belengazî û Xizaniyê xwaringeheke biçûk ya etûrên felafilê li kolaneke Kobanê vedike û navê serokê Amerîkayê yê nûhilbijartî “Trump” lê dike û jê hêvî dike ku şerê Sûriyê rawestîne, da ku aştî li deverê belav bibe.

Rojane serê sibehê malbata Welîd li xwaringehê kom dibe û kar li hev parve dikin, nokan hûr dikin û etûran çê dikin. Hevjîna wî jî dibêje ew serbilind e ku alîkariya hevserê xwe di vê xwaringehê de dike, çimkî ew naxwaze ku zarokên wan birçî û bê qût bimînin.

Malbata welîd yek ji malbatên ku bi destpêka aloziya sûriyê re, ji bajarê Kobanê re vegeriya ye û da ku pêdiviyên malbata xwe peyda bike, gelek karên cûrecûr kirine wek ajotina siwareyan, lêkirina xanyan, tembûr û fêrkirina lîska karatê, lê ti encamên baş bi dest nedixist, lê vê carê bi hêvî ye ku berhmên baş ji xwaringeha bi navê Trump werbigire.