Berjewendiyên Tirkiyê di xurtkirina pêwendiyên bi Kurdan re ye

Serdana Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildrim a ji bo Bexdayê, wekî endayîneke guhêrîna polîtîqayên Tirkiyeyê yên li Rojhilata Navîn tê xwendin. Rêvebirên Partiyên Kurdistanî yên li Bakûr, ragihandin ku Tirkiye piştî pêwendiyên xwe li gel Rûsyayê baş kiriye, di polîtîqayên xwe yên heremê de guhêrînan dike. Vê serdana Serokwezîrê Tirkiyeyê ya Bexdayê jî wekî nîşaneya wê guhêrînê dibînin.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Rêfîk Karakoç, da zanîn ku Tirkiye heta niha siyaseta xwe li ser çûyîna Beşar Esad li Sûriyeyê danîbû, lê niha wê siyasete guhert û dîsa bi Îran, Esad û Bexdayê re hewila başkirina pêwendiyên xwe dide. Karakoç ragihand ku dewletên heremê li ser dijayetiya Kurdan gelek caran hevkarî kirine, lê hêvî kir ku ev serdan jî bi wî rengî polîtîqayan bi xwe re neyne.

Herwiha Karaloç ji K24ê re axivî û got: "Em ji Komara Tirkiyê re di her fersendê de dibêjin; pirsgirêka Kurd ewil di nav xwe de çareser bikin. Piştre jî bi parçeyên din re têkilêyên baş deynin."

Biryar bû ku Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildrim, serdana xwe ya Iraq û Herema Federal a Kurdistanê di 5-6'ê Rêbendanê de bikira, lê ev serdan ji bo 7-8'ê vê mehê hat bipaşxistin.

Endamê Meclîsa Rêvebiriya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Wehîd Aba jî bal kişand ser guhêrîna polîtîqayên Tirkiyeyê yên li Rojhilata Navîn û anî zimên ku niha pêwendiyên Tirkiyeyê û Herema Federal a Kurdistanê di asteke baş de ne; lê divê Tirkiye bi guhertina wê balansa siyaseta xwe wan pêwendiyan xirab neke û hewila pêşxistina pêwendiyên bi Kurdan re bide.

Aba got jî: "Polîtîqayên Tirkiyê divê biguherin. Lê belê ne bi aksa Îran û Iraq û Sûriyê, bi aksa Kurdistaniyan re be. Têkiliyên wan çiqas bi Kurdistaniyan re baş bibe, dê Tirkiye jî Kurd jî feyde bibînin."

Navboriyan pêşbînî kir ku dê vekişîna serbazên Tirkiyê ji Beşîka û hêzên PKK'ê jî ji Şengalê bê nîqaşkirin. Serdana dawî ya rayedarên Tirkiyeyê ji bo Herema Federal a Kurdistanê, di 21'ê Sermawêza 2014'an de di dema ku Ahmet Davûtoglû Serokwezîrê Tirkiyeyê bû, pêk hatibû.