Karsazên Bakur ji serdana Yildirim bihêvî ne

Karsazên Bakurê Kurdistanê jî ji serdana Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim ji bo Iraq û Kurdistanê bihêvî ne. Karsaz dibêjin kuji ber êrîşên DAÎŞ'ê, krîza di navbera herdu dewletên navborî û aloziyên li Bakûr di 4 salên dawî deji sedî 40 bazirganî kêm bûye. Tenê ji Mêrdînê salane buhayê milyarek û nîv dolar îxracat/derfirotin dihat kirin lê niha ew hejmar heta 300 mîlyon dolarî jî daketiye.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Serokwezîrê Tirkiyeyê li gel rêvebir û rayedarên aboriyê serdana Bexda û Hewlêrê dike. Vê serdanê wekî siyasetmedaran hêvî da Karsazên Bakûrê Kurdistanê jî. Serokê Lijneya Birêvebirina Jûra Pîşesaz û Bazirganên Mêrdînê Mehmet Alî Tutaşi dibêje; bazirganiya Iraq û Tirkiyeyê, her tim baş bû lê di van sê-çar salên dawî debi taybetî bi dagikirina Musilê ji aliyê DAÎŞ'ê ve derfirotin û derkirinê jî derbeyeke mezin xwar.

Tutaşi got: "Em dibêjin bila hizûr û aramî hebe, bila ev şerê li Sûrî û Iraqê bisekine em ê dîsa bikaribin bazirganiya xwe bikin."

Ji Mêrdînê li ser Deriyê Gumrika Xêbûrê re ji bo Kurdistan û Iraqê zêdetir xwirekên wekî nîsk, nok, arvan, meqerne û savar tên rêkirin. Serokê Komeleya Karsaz û Pîşesazên Mêrdînê Nasir Duyan jî dibêje; ji ber aloziyên li herêmê rêjeya rêkirina xwirekan jî sedî 30 daketiye.

Serokê Komeleya Karsaz û Pîşesazên Mêrdînê Nasir Duyan jî dibêje: "Heger meseleyên siyasî werin çareserkirin,em çaverêne ku di sala 2017'an de ji Mêrdînê em buhayê Milyarek û 200 milyon dolar derfirotinê bikin. Em ji serdana Serokwezîrê Tirkiyeyê bihêvîne û bawer dikin ku dê tevgerek di bazirganiyê de jî çêbike.”

Pîşesaz û hilberînerên Bakur dibêjin; dema ku di navbera Kurdistan, Iraq û Sûriyeyê de krîz hebe,em nikarin malên xwe li bazarên Tirkiyeyê bifiroşin, ji ber vê pirsgirêkê pêvîst ederiyê bazara Rojhilata Navîn vekirî be.Hêvî û daxwaza karsazan ji serdana Serokwezîrê Tirkiyê ew e ku meseleyên siyasî zû werin çareserkirin da ku çerxên febrîqeyên wan wekî berê bizivirin.