Mamosteyek bermayiyên xwezayî dike hunerek

Li Diyarbekirê, mamosteyekî ji ber bêderfetiyên xebatê, dest bi çêkirina xirş û xalan kiriye. Ahmet Babûr, mamosteyê Zanista Civakî ye lê hîn jî di qada perwerdehiyê de cih negirtiye. Babûr, ji bermayiyên xwezayê amûrên hunerî diafirîne û li herêmê hosteyê yekane yê berhemên xwezayî ye.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê, mamosteyekî ji ber bêderfetiyên xebatê, dest bi çêkirina xirş û xalan kiriye. Ahmet Babûr, mamosteyê Zanista Civakî ye lê hîn jî di qada perwerdehiyê de cih negirtiye. Babûr, ji bermayiyên xwezayê amûrên hunerî diafirîne û li herêmê hosteyê yekane yê berhemên xwezayî ye.

Mamoste Ahmet Babûr, wekî gelek ciwanên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, mexdûrê bêderfetiya kar e. Ahmet Babûr, li ser wê ramanê ye ku mirov encax bi hilberînê hay ji hebûna xwe çê dibe. Ji ber vê yekê, wî jî hêviya xwe bi xwezayê ve girêdaye û ji keviran heta dar û beran, gelek bermayiyên xwezayê ji bo hunera xwe bi kar tîne.

Mamoste Ahmet Babûr derbarê hunera xwe de ji K24ê re axivî û got: "Gelek mirov bala xwe didin vê hunerê. Ji gel me berheman jî dikirin. Lê kirîn jî bi aboriyê ve girêdayî ye. Ger aborî baş be, mirov tên û van berheman dikirin, ger nebaş e, bixwazin jî nakirin. Lewra hekê kirîna nanê mirovan tune be, nayên xirş û xalan nakirin."

Ahmet Babûr, ciwanekî 28 salî ye û 3 sal in vê hunerê pêşkêşî niştecihên Diyarbekirê dike. Babûr li ser wê baweriyê ye ku her mirov dikare li gorî derfetên xwe afirîner be. Mamosteyê ciwan, ji gerdaniyan heta guharan, ji çenteyên destan heta sêpêyên ji daran, gelek berhem çêkirine.

Ahmet Babûr amaje dike ku ger mirov bixwaze bixebite, kevir jî li ber destan nerm dibin. Babûr dibêje: "Mirov aîdê kîjan nijadê be, mirov bi kîjan çandê mezin bûbe, mirov xwe bi wî awayî rehet dibîne. Ji ber ku ez jî di nav civaka xwe de mezin bûme, ez di bikaranîna reng û nexşên Kurdewariyê de zêdetir rehet diafirînim."

Mamoste Ahmet, di berhemên xwe de reng û nexşên Kurdî bi kar tîne. Karê ku Ahmet Babûr dike, ji aliyê gelek kesan ve tê ecibandin. Berhemên ku ji dar û berên xwezayê diafirîne, li gelek cafeyên Diyarbekirê cihê xwe digirin. Ji ber ku berhemên wî roj bi roj zêdetir tên ecibandin, ew jî amadekariya atolyeyeke mezin dike û dibe ku di pêşerojê de hunera xwezayê li gelemperiya Bakur belav bike.