Kiliçdaroglu: Parlementoyê xiyanet li dîroka xwe kiriye

Serokê Partiya Gel a Komarê (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ragihand: Parlementoya Tirkiyeyê xiyanet li dîroka xwe kiriye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Partiya Gel a Komarê (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ragihand: Parlementoya Tirkiyeyê xiyanet li dîroka xwe kiriye.

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu piştî ku pêşniyarnameya guhertina yasaya bingehîn ji parlementoya Tirkiyê derbas bû îro berbangê digel partiya xwe kom kir û civînek pêk anî.

Kiliçdaroglu nerazîbûnek tûnd nîşan da û got 21ê Berçile ew roj e ku parlemento xiyanet li dîroka xwe kiriye. Parlemento di vê rojê de hemî desthilatdariya xwe radestî kesekî kiriye.

Kiliçdaroglu da zanîn ku, xwedî derketina demokrasiyê karê herkesî ya hevpar e. Ew ê di pêvajoya referandrûmê de kolan bi kolan bigerin ji bo xelk li dijî biryara parlementoyê derkeve têkoşîn bikin. Rastiyan ji xelkê Tirkiyeyê re bibêjin û xebat bikin.