Çima Astana?

Kurd24

Cemal Batun

Di 23ê mehê de li paytexta Kazakistanê Astana “Hevdîtinên Çareseriya Krîza li Sûriye” lidar dikevin. Di civîna bilind a danûstandinan de, tê çaverêkirin: Dewletên Rûsya, Tirkiye, Komara Îslamî ya Îranê,  Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Sûriyê amade bibin. Herweha Neteweyên Yekgirtî beşdarî bike. Li aliyek din, nûnerên Opozisyona Sûriyê û Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) di civînê de amade dibin.

Hevdîtina Astana, bi pêşniyara Serokomarê Kazakistanê Nursultan Nazarbayev û bi erêkirina Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan hate pejirandin. Ev yek jî piştî, hevdîtinên aliyên Rûsya û Tirkiye pêk hat, ku garantoriya agirbestê li Sûriyê girtin ser milên xwe. Tirkiye wekî garantor ji Opozisyonê re û Rûsya wekî garantor ji rejîm û hêzên piştgîrê rejîmê re.

Serokomarê Tirkiyê û Serokdewletê Rûsyayê piştî axaftina telefonî bi Serokomarê Kazakistanê Nazarbayev re spasiyên xwe anîn ziman û pêvajoya amadekariyên Civîna Astana dest pê kirin. Nazarbayev di axaftina xwe de diyar kir, ku “Ew ê amadeyiyên pêwîst ji bo danûstandinan li Astana pêk bînin, ku bikaribe bibe platformeke erênî ji danûstandinên aştiyê û çareseriyek destpêkî ji Krîza Sûriyê re.

Kazakistan xwe wekî welatek bêalî di krîza Sûriyê de binav dike û diyar dike, ku alîgirê aştiyê ye. Kazakistan herweha xwe di pirsgîrekên tundwar ên herêmê û cîhanê de ne wekî alî, lê wekî diyalogxwaz, aştîxwaz derdixe pêş. Di krîza Sûriyê û sere vî welatî ên salan de ne bûye piştgîrê aliyekî, destwêrdaneke herêmî nî ne. Ji bo vê yekê, di misyona xwe ya: Civînek Danûstandinan di navbeyna aliyên krîzê de bi erênî hat pejirandin.

Herweha Astana heta niha, çendîn caran mêvandarî û pêşewaziya çareseriya pirsên navdewletî kiriye. Wekî aloziyên navbeyna Pakistan û Hindistanê, her sal nûnerên ol û ayînên cuda di hevdîtinên Astana de tên ba hevûdu û rêyên diyalogê gotûbêj dikin. Konferansa Asya ya hevkarî û ewleyiyê jî li Astana tên lidar xistin. Di çareseriya pirsgîrêka navbera Komara Islamî ya Îranê û Rojava de, bi egera krîza atomî, Astana carek din rola navbênkariyê lîst.

Li aliyek din, pêwendiyên xurt di navbera li aliyekî di navbera Kazakistan – Rûsya, li aliyek din Kazakistan – Tirkiye de hene. Gava belafira Rûsî li Sûriye ji alî belafirên Tirk ve hate xistin û krîzek mezin di navbeyna Moskow û Enqerê de rû da, Kazakistan rolek berçav ji bo çareseriyê alozîyê girte ser xwe. Wekî niha tê dîtin, ew alozî bi nêzîkahiyek berçav di navbera Rûsya û Tirkiyê de bidawî hat. Nêzîkahiya Kazakistan jî li gel her du welatan gihişt qadek bilindtir. Herweha Kazakistanê, ji bo navbeynkariyê ya krîza Ukrayna û Rûsya de jî xwest rolek bilîze, lê heta niha ew hewldan biser neketiye.

Niha Astana mêvandariya “Danûstandinên Çareseriya Krîza Sûriyê” dike. Di vê hewldana xwe de, dê çend bikare biser bikeve nayê zanîn. Lê diyar e jî bîngeheke baştir ji civînên berê yên ji bo çareseriya krîza Suriye heye. Niha agirbestek ne bi temamî be jî, di radeyek bilindtir de li Sûriyê heye, daxuyaniya Astana ji hêla Tirkiye û Rûsya ve hatiye pejirandin.

Herçend nayê bawerkirin, ku di civîna destpêkî de çareyek ji krîza Sûriyê re were peydakirin jî, Astana dikare bîngehek ji bo rawestandina rejandina xwînê li Sûriyê. Ev yek bi serê xwe, dikare bibe xaleke gelek serkeftî ya destpêkî. Herweha şirovevan dibêjin, ku amadekariyên li Astana, ji bo Krîza Sûriyê ji yên berî xwe baştirin.

Aliyê Kurd ENKSê di hevdîtinên Astana de, bi navê xwe amade dibe. Berî çûyîna xwe bo Astana berpirsên ENKSê dan xuyakirin, ku: “Di derfeta yekem de, ew ê Pirsa Kurd û rêyên wê yên çareseriyê di Sûriya pêşerojê de bînin ziman”.