Tirkiye ji rêveberiya nû ya Amerîkayê çi hêvî dike?

Di serdema serokatiya Barac Obama de têkîliyên di nava Tirkiye û Amerîkayê de hate asta qûtbûnê. Bi serdema nû ya Donalt Trump re careke din hêviyek vejiya bi taybetî jî li rex Tirkiyê. Gelo Tirkiye ji rêveberiya nû ya Amerîkayê çi hêvî dike? Endamên desthilatê û pisporan ev mijar nirxand.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Di serdema serokatiya Barac Obama de têkîliyên di nava Tirkiye û Amerîkayê de hate asta qûtbûnê. Bi serdema nû ya Donalt Trump re careke din hêviyek vejiya bi taybetî jî li rex Tirkiyê. Gelo Tirkiye ji rêveberiya nû ya Amerîkayê çi hêvî dike? Endamên desthilatê û pisporan ev mijar nirxand.

Endamên hikûmeta Tirkiyê awayê hilbijartina Trump dişibînin wan demên pêşî yên AK Partiyê. Bi boçûna wan ji bo ku Trump bi ser nekeve her rê ceribandiye wan der û dorên elîtîst û statûkoparêzan, digel çapemeniyê. Li gorî hindek parlamenterên AK Partiyê ligel vê yekê jî Trump ev nêzîktêdayîn û helwesta li dij xwe qelaştiye û hatiye ser kar.

Her çiqas Emrîkayê bi şêweyeke tund rexne bike jî Parlamenetrê AK Partiyê û Endamê Komîsyona Têkîliyên Navneteweyî Azmî Ekîncî dibêje, ji ber ku Trump karsaz e ew dizane bê wê ji ku derê qezenç bike an jî qezenç neke. Ekîncî got; “Ez bawer dikim ku li dij Tirkiyê wê bi awayekî realîst tevbigere û jixwe Tirkiyê dizane û ji nêzîk ve nas dike, veberhênanên wî jî hene li vê derê. Bi Trump re wê têkîliya Emrîka û Tirkiyê were ser xetteke erênî.” 

Ekîncî ji K24ê re got jî: “Tiştê ku em ji Trump dixwazin ev in. Amerîka divê kontrola Amrîkayîyên di nava xwe de bike. Amrîka divê gavên aştiyane biavêjê di serî de li Tirkiyê bi şûnde jî ji bo bi dawî anîna şer û agirê ku li Rojhilata Navîn destpêkiriye. Pêwîst e ji wê xetaya xwe ya ku rê li ber bêaramiyê vedike vedike vegere ku bi rêya balefiran çekan ji YPGê re dişîne ku gelek caran ew çek digihîjin ber destê DAİŞê jî. Demokrasî û pêşketîbûna li welatê xwe divê ji vê cografyayê re jî rewa bibîne.”

Li gorî pisporan jî di serdema Obama de bi taybetî jî di polîtîkaya Sûriyê de Amrîka û Tirkiye gelek caran hatine beramberî hev. Ji ber ku rêveberiya Obama piştevaniya çekan daye YPGê û di têkoşîna li dij DAIŞê de li pişta Tirkiyê ranewestiya ye û ji bo ku Fetullah Gulen radest nekiriye bûye sedem ku têkîliya di nava her du weltan bê asta qûtbûnê. 

Pisporê Têkîliyên Navneteweyî Selîm Ozertem jî wiha axivî: "Wê Trump bi komeke balkêş dest bi karê xwe bike. Ev kom jî zêdetir wek berdewama wan polîtîkayên Bush xuya dike. Tê çaverêkirin ku Pentagon du planan bibe pêşberî Trump. Yek jê çekdar kirina YPGê ye, ya din jî tevlîbûna şerê germ ya Amrîkayê bi navbeykariya elîtîstan. Ev herdû plan jî ne li hisabên Tirkiyê ne. Ev jî dide xuyakirin ku daxwazên Tirkiyê di nava wan plansaziyên Pentagonê de ne di rêzên yekem de ye. Lê piştî hevdîtinên Astanayê wê helwesta Trump hê diyartir bibe li dij Tirkiyê.”

Rayedarên Tirkiyê radihînin ku Amrîkayê heta niha tû gavên erênî neavêtine ji bo coğrafyaya Rojhilata Navîn. Bi taybetî jî di serdema rêveberiya Obama de. Heta li gorî rayedaran, Emrîkayê di ser neftê re serî li mêtîngeriyê daye û li dijî van gelen li herêmê polîtîkayên tunekirinê meşandiye bi derxistina şer û pevçûnên mezhebî û etnîkî. Tirkiye ji Trump hêvî dike van polîtîkayan berdewam neke.