Pêşmerge bo rizgarkirina Hiwêceyê amade ye

Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawir derbarê rizgarkirina bajarokê Hiwêce û navçeyên derdora wê ji destê DAIŞê de, di konferanseke rojnamegerî de got: “Kengî hêzên Iraqî amade bin, em jî wek Wezareta Pêşmerge em amade ne û piştevaniya hêzên din yên Iraqî dikin bo kontrolakirina Hiwêce û navçeyên derdora wê.”
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawir derbarê rizgarkirina bajarokê Hiwêce û navçeyên derdora wê ji destê DAIŞê de, di konferanseke rojnamegerî de got: “Kengî hêzên Iraqî amade bin, em jî wek Wezareta Pêşmerge em amade ne û piştevaniya hêzên din yên Iraqî dikin bo kontrolakirina Hiwêce û navçeyên derdora wê.”

Herwiha Yawir derbarê hevkariyên darayî ya Amerîka bo hêza Pêşmerge got: “Budceya 415 milyon Dolar ya ji aliyê Amerîkayê ve hatiye terxankirin, heta niha beşê pêncem ji wê hevkariyê gihêştiye me.”