Civîna Astanayê sibe dest pê dike

Biryar e sibe 23 Çile civînên di navbera rêjîm û opozîsyona Sûriyê de û bi serpereştiya Rûsya, Tirkiye û Îranê li Astana paytexta Kazixistanê bên lidarxistin. Peyamnêrê K24ê da zanîn, tevahiya amadekariyên civînê tên kirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Navneda Nûçeyan

Biryar e sibe 23 Çile civînên di navbera rêjîm û opozîsyona Sûriyê de û bi serpereştiya Rûsya, Tirkiye û Îranê li Astana paytexta Kazixistanê bên lidarxistin. Peyamnêrê K24ê da zanîn, tevahiya amadekariyên civînê tên kirin û civîn bi serpereştiya Serokê Kazixistanê birêve diçe.

Peyamêrê K24ê li Astanayê Xoşewî Mihemed da zanîn, civîn dê di navbera nûnerên grûpên opozîsyonê yên li ser rêkeftina agirbestê îmze kirine û nûnerên rêjîma Sûriyê de were lidarxistin. Di wan civînan de danûstandinên siyasî nayên kirin, lê tenê dê hin belgeyên ku berê hatibûn îmzekirin, gotubêj bikin, wek rêkeftina agirbestê û alîkariyên mirovî bin.

Peyamnêrê me diyar kir jî, heta niha nehatiye piştrastkirin ku, şanda rêjîmê û ya opozîsyonê bi awayekî rasterast dê li masa gufûgoyan bicivin, ya dê her şandeke cuda dê guftûgoyên xwe bike, wek çawa danûstandinên li Cenêvê birêve cûbû.  

Tê zanîn ku, Serokê ENKSê Îbrahîm Biro û endamê Desteya Danûstandinan Ebdilhekîm Beşar bo civîna Astanayê bi fermî hatine vexwandin û gihêştine Astanayê.

Herwiha peyamnêrê K24ê amaje bi wê yekê kir, wezîrên derve yên Rûsya, Tirkiye, Îranê di civînê de beşdar nabin, ku civîn li ser astê cîgirên wezîrên derve birê diçin.

Peyamnêrê K24ê amaje bi wê yekê jî kir, heta niha şanda rêjîma Sûriyê negihêştiye Astanayê.

Tê zanîn, şanda opozîsyona Sûriyê bi serokatiya Mihemed Elûş ligel 10 endaman  gihêşte Astanayê.

Wezareta Derve ya Amerîka ragihand, ji ber karên veguhastina desthilatê li wî welatî, Washington ti şandekê naşîne bo beşdariyê di civîna Astanayê de bike, lê Balyozê Amerîka li Kazixistanê George Krol dê wek çavdêr beşdarî civîna Astanayê bibe.

Nûnerê Netewên Yekgirtî yê taybet bi Sûriyê Steffan De Mistura jî beşdarî civînê dibe.