Mem û Zîn di Galeriya Malboroughê de hat nîşandan

Di peşangehê de 33 berhemên Gûneştekîn yên herî bijare cî digrin û berhema ku herî zêde eleqeyê dibîne jî berhema bi navê "Bêgunehiya Mem û Zîn" e.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Nivîskar û peykersazê Kurd yê li cîhanê navdar Ehmed Gûneştekîn li Galeriya Marlbroough a li New Yorkê ya ku li cîhanê wekî navdartirîn galerîya hûnerê tê zanîn pêşangeha xwe ya duyemîn vekir. Di peşangehê de 33 berhemên Gûneştekîn yên herî bijare cî digrin û berhema ku herî zêde eleqeyê dibîne jî berhema bi navê "Bêgunehiya Mem û Zîn" e. Hunermendê ku bi peşangeha xwe di qada hûner de nav li xwe dayî derbarê pêşangehê de ji Kurdistan 24ê re hestên xwe anî ziman û got: daxwaza wî ya herî mezin ew e ku li Kurdistanê jî peşangeheke veke.

Galeriya Marlborough a li New Yorkê ya ku li cîhanê wekî navdartirîn galerîya hûnerê tê zanîn, van rojan bo pêşangeheke ku ji mîtolojiya Kurdan bingehê werdigre mazubantiyê dike. Pêşangeh ji aliyê wênesaz û peykersazê Kurd yê navdar Ehmed Gûneştekîn ve hat vekirin.

Hunermendê Kurd, piştî ku pêşangeha wî duyemîn, car li galeriya navdar ya cîhanê hat pêşandan di vegerê de li Stenbolê derbarê pêşangehê de hestên xwe bi K24ê re parve kir û wiha axivî: "Pêşangeha xwe ya yekem ya li NewYorkê min 2013an de vekiribû. Li gelek dewletan peşangehên vê galeriyê hene. Li wir me hevdu naskir. Li New Yorkê peşangeha min ya herî mezin vekirin. Li NewYorkê gelek deng veda. Gelekî qerebalix bû. Gelek nivîskarên navdar beşdar bûn."

Di nav berhemên Gûneştekîn de di gel teknîka Patchwork anku pîneyê, wêneyên optîk û bi rehendî, berhemên ji metal û seramîkê û herwiha cil û xalîçe jî cî digirin.

Di pêşangeha ku bi navê "ji Rojhilat berev Rojava ve" de 33 berhemên herî bijare yên Gûneştekînî tên pêşandan. Gûneştekîn got jî: “Ji ber ku çîrokên Mezopotamyayê tê de hene. Çîrokên Kurdî tê de hene. Wêneyekî li ser Mem û Zîn hebû ew wêne gelekî deng veda. Li ser Anatolyayê gelek tişt hebûn. Li ser çanda Yewnaniyan çîrok hebûn.”

Gûneştekîn dibêje; di pêşangehê de ji bilî berhema wî ya bi navê "Bêgunehiya Mem û Zîn" herî zêde "Melek Tawisê" ku çanda Êzdayetiyê teswîr dike eleqeyê dibîne.

Herwiha Gûneştekîn got jî: “Amerîkiyan gelekî ji berhema Melekî Tawis hezkirin. Zilmeke mezin li kurdan, li Şengalê hate kirin, Daiş zûlmeke mezin kiribû û dinya tev vê qetlîamê dizane.”

Gûneştekînê ku berhemên wî li cîhanê eleqeyeke mezin dibîne, sala par meha Adarê li bîenala Vîenayê jî rastî eleqeyeke mezin hatibû. Gûneştekîn li Tirkiyê jî di nava cıvata hûnermendan de gelekî navdar e û xeyala wî ya herî mezin jî ew e ku li Kurdistanê jî pêşangeheke veke.

Nivîskar û Peykersazê Kurd Ehmed Gûneştekîn dibêje: “Ez pir dixwazim li Hewlêrê, li Dihokê an jî li Silêmaniyê projeyekê mezin çebikim. Ez dixwazim milletê min û malbatên min karê min bibîne.”

Pêşangeha ku Gûneştekîn di 11 Rêbendanê de deriyên wê vekirî, dê heta 4ê Sibatê li benda hemû hûnerhezên ji her derê cîhanê vekirî be.