Herêma aram a ji bo Sûriyê çawa tê şîrovekirin?

Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ew teqez li Sûriyê herêma aram ava bike. Piştî vê daxuyaniyê di serî de Rûsya bi şûn de jî Enqerê reaksiyon nîşan da. Gelo ev herêma aram li Tirkiyê çawa hate şîrovekirin? Di ser Tirkiyê re akademisyen û pisporan ev mijar nirxandin.
kurdistan24.net

K24 – Enqere

Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ew teqez li Sûriyê herêma aram ava bike. Piştî vê daxuyaniyê di serî de Rûsya bi şûn de jî Enqerê reaksiyon nîşan da. Gelo ev herêma aram li Tirkiyê çawa hate şîrovekirin? Di ser Tirkiyê re akademisyen û pisporan ev mijar nirxandin.

Daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump ya derbarê li Sûriyê avakirina herêmên aram li Tirkiyê bi şêwekî metirsîdar hate pêşwazîkirin. Li gorî Tirkiyê ev daxwaza Trump dibe ku li Sûriyê rê li ber avakirina hêrêmeke Kurdan veke. Li gorî dîplomatên Tirk, plana Trump dişibe wê tevgera “Hêza Çakûç” ya ku piştî şerê Kendavê yê Yekemîn ku pê dihate amanckirin Kurdan ji êrîşên Saddam biparêze.

Li gorî nirxandinên dîplomatên Tirk di wê demê de Herêma Kurdistanê û PKKê bi hêz bûne û li beramberî yekgirtîbûna xaka Tirkiyê jî bûne wek gefekê. Li gorî nirxandineke din jî bi vê planê Amerîka armanc dike ku pêşî li ber operasyonên Tirkiyê bigire, piştî ku Kobanî û Efrîn wek herêmên ewle bên ragihandin. Bi vê yekê re jî wê destê PYD û YPGê li dij Tirkiyê hê bihêztir bibe. Tam di vê derbarê de pisporên Tirk jî diyar dikin ku plansaziya herêma aram ya Tirkiyê û Amerîkayê naşibe hev. Ya Tirkiyê plansaziyeke mirovane ye, lê ya Emrîkayê stratejiyeke leşkerî dihewîne. 

Pisporê Rojhilata Navîn û Ewlekariyê Abdullah Agar li ser vê pirsê ji K24ê re wiha axivî: “Têgiha hêrêma aram ya Emrîka û Tirkiyê ne wek hev in. Du aliyên mebesta herêma aram hene yên Emrîkayê. Yek jê herêma ku PKK lê ye ya din jî herêma li rexê Urdin û Sûriyê ye. Bi baweriya min ev nêzîktêdayîna Emrîkayê ya herêma aram ne bi dilê Herêma Kurdistanê ye jî. Niha plansaziya Rûsyayê bêhtir nêzîkî Tirkiyê ye. Di ya Rûsyayê de jî PKK cih digire lê bi şêweyekî yekgirtîbûna xaka Sûriyê jixwe re dike bingeh.”

Li gorî pispor û akademisyenan bi ragihandina herêma aram re wê kêşeya penaberan çareser nebe. Bêhtir wê rê li ber kêşeyan veke. Li gorî Nezîr Yeşîlmenê akademisyen 3 milyon penaberên ku li Tirkiyê dijîn, beşek ji wan ya biçûk dikare bixwaze ku vegere Sûriyê, lê ên mayî dê bimîmin. Bi boçûna Yeşîlmen ev yek li hisabê Tirkiyê jî tê, ji ber ku Tirkiye hem dixwaze ji wan re nasnameyê derxe û bi vê rêyê jî ji aliyê demografik ve li hindek herêmên Tirkiyê guherînan pêk bîne.

Akademsiyen Nezîr Yeşîlmen jî got: “Hinek rojnameyên Tirkî jî li ser vê yekê sekînin. Hinek dibêjin armanca Emrîka ku li wê derê herêmeke Kurdan xurt bike. Wek Kurdistana İraqê li wê derê jî herêmeke Kurdan çêbike. Ev gotin wê bandoreke pozîtîf bike li ser çareseriyê û aştiyê.”

Li gorî pispor û dîplomatên Tirk asil şer hê nû destpê dike, herkesî şûrê xwe tûj kiriye û li bendeyî hev in li herêmê. Kîjan rex bi hêz be wê ew rex herêma aram ava bike û li herêmê karîger bike. Bi boçûna raya giştî ya Tirkiyê û ya siyasetmedarên Kurd heta ku çareseriyeke li ser bingeha edaletê neyê peydakirin wê li herêmê aramî pêk neyê.