Amerîka daxwaza civînê li dijî Îranê dike

Nûnera Dewletên Yekbûyî yên Amerikayê di Neteweyên Yekgirtî de Nikki Haley, bi egera ezmûnkirina Îranê mûşekeke Ballistic bangewaza civînê li Encûmena Asayişa Navdewletî kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnera Dewletên Yekbûyî yên Amerikayê di Neteweyên Yekgirtî de Nikki Haley, bi egera ezmûnkirina Îranê mûşekeke Ballistic bangewaza civînê li Encûmena Asayişa Navdewletî kir.

Di daxuyaniya Haley de hatiye, ku “Bi egera bikaranîna tecrubeyî ya mûşekek Ballistic ya ku Komara Îslamî ya Îranê di 29ê meha Çile de, Encûmena Asayişa Navdewletî bangî civîneke awarte dike.”

Tê çaverêkirin, ku civîna awarte îro piştî civîna li ser Sûriye lidar bikeve. Herweha Nûnerê Îsrailê yê di Neteweyên Yekgirtî de Danny Danon jî piştgirî da bangewaza Amerîkayê û got ku “tecrubeya mûşeka Îranê binpêkirina rêkeftina Tehranê li gel Neteweyên Yekgirtî ye.”

Îranê di rêkeftina xwe li gel 5+1 û Neteweyên Yekgirtî de, ew yek pejirandibû ku, ti xebatên bidestxistina mûşekên atomî û Ballistic pêk neyîne.