Silo: Tenê 8 otombîlên leşkerî yên pêşketî gihêştine HSDê
K24 – Navenda Nûçeyan
Hate ragihandin ku îro Amerîka hejmarek ji zirîpoşa û alavên leşkerî radestî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kirine, Berdevkê HSDê Telal Silo ji K24ê re ragihand, tenê 8 otombîlên leşkerî yên pêşketî gihêştine destê wan.
Berdevkê HSD Telal Silo got: “Tenê otombîlên leşkerî yên pêşketî gihêştine HSDê û ti cure zirîpoş û mûşek û tank I nava wê alîkariyê de tune bûn. Ev hevkariya ji aliyê rêveberiya nû ya Serok Amerîka Donal Trump destpêkeke baş e.”
Silo: “Me berê jî daxwaza çekên pêşketî bo operasyona Reqayê de kiribûn. Ev destpêkeke baş e ji aliyê Serokê Amerîka Donald Trumo. Piştre û ji ber ku hevahengî di navbera me de heye, em pêşbîniyê dikin, çekên din yên pêşketî radestî me bikin.”
Silo: “Em dibînin ku Trump dê bi awayekî ferehtir şerê terorê bike. hêzên Amerîkî, Brîtanî û Fransî li kêleka HSDê şer dikin û hevahengiyeke baş di navbera me de heye. Herwiha ji berjewendiya hemû aliyan e ku çekê pêşketê di destê HSDê de hebin.”