Kurtulmuş: Aştiya cîhanê ji aştiya Rojhilata Navîn e

Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê û Berdevkê Hikûmetê Numan Kurtulmuş da xuyakirin, pêwendiyên xwe bi Rûsya û Îranê re baş kirine û hêvî dikin ku rêveberiya nû ya Amerîka li gor nêrînên Tirkiyê tevbigere.

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê û Berdevkê Hikûmetê Numan Kurtulmuş da xuyakirin, pêwendiyên xwe bi Rûsya û Îranê re baş kirine û hêvî dikin ku rêveberiya nû ya Amerîka li gor nêrînên Tirkiyê tevbigere.

Kurtulmuş da zanîn,  divê bi hevsengiyek navnetewî bo aloziya Rojhilata Navîn çare bê dîtin. Tirkiye li Sûriyê siyaseta xwe guhertiye û pêwendiyên ku bi Iraqê re yên ku qut bibûn jî çê kirine.

Her wiha got, kilîta aştiya cîhanê, aştiya Rojhilata Navîn e û bo aramiya deverê, divê hemû alî jidil bin û pêkve hember terorê rawestin.

Kurtulmuş da zanîn, bi serdema Donald Trump re diyar dibe ku, dê demek nû destpê bike ew hêvî dikin, hem di kêşeya radestkirina Fethulah Gulen de û hem jî di mijara PYD'ê de, Amerîka li gor daxwazên Tirkiye tevbigere.