Hêzeke Ereb jî tevlî şerê Reqayê dibe

Serokê Şepêla Siberojê “Teyar El-Xed” ya opozîsyona Sûriyê Ehmed El-Cerbe dibêje, 3 hezar çekdarên Erebî ku Hevpeymaniya Navdewletî rahênana wan dike amadekariyan dikin ji bo tevlî şerê Reqayê bibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Teyar El-Xed ya opozîsyona Sûriyê Ehmed El-Cerbe dibêje, 3 hezar çekdarên Erebî ku Hevpeymaniya Navdewletî rahênana wan dike amadekariyan dikin ji bo tevlî şerê Reqayê bibin.

Cerba di hevdîtinekê de digel “Rueters” de got, di vê heftiyê de li Qahîra Paytexta Misrê amadekariyên şerê Reqayê dikin û planeke wan digel hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de heye û dê amade bin ku di şerê kontrolkirina Reqayê de beşdar bin.

Cerba got jî, ew berî niha digel berpirsên Pentagonê li ser beşdarîkirina hêza wî ya bi navê “Nuxba Erebî” di şerê kontrolkirina Reqayê de rêkeftine.

Cerba da zanîn ew hêza Erebî bi serpereştiya wî ye û aşkere kir jî, ku ew bi hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji bo şerê terorê rêkeftinek îmza kirine.

Serokê Şepêla Siberojê Ehmed El-Cerba ku berî demekê Serokê Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê bû da zanîn ku, ew ê li aliyê HSDê şerê beşdarî operasyona Reqayê bibin, ne din ala wan de.

Hêzên Sûryeya Demokratîk (HSD) qonaxa yekem ya operasyona bi navê "Hêrsa Feratê" ya rizgarkirina bakurê Reqayê di 5 Mijdara 2016an de ragihandibû. Roja 10 Berçileya 2016an jî qonaxa duyem a operasyona rizgarkirina rojavayê Reqayê dest pê kir.