Hak Par û PDK-Bakur çi helwestê didin?

Piştî ku ji bo guhertina Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê ku ji 18 xalan pêk tê, biryara referandûmê hat dayîn. Partiyên Kurdistanî yên li Bakurê Kurdistanê jî nêrînên xwe tînin zimên. PDK-Bakur û Partiya Maf û Azadiyan (Hak-Par) di mijara mafên Kurdan de wekî hev difikirin, lê di helwestê de dibe ku ji hev cuda bin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Piştî ku ji bo guhertina Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê ku ji 18 xalan pêk tê, biryara referandûmê hat dayîn. Partiyên Kurdistanî yên li Bakurê Kurdistanê jî nêrînên xwe tînin zimên. PDK-Bakur û Partiya Maf û Azadiyan (Hak-Par) di mijara mafên Kurdan de wekî hev difikirin, lê di helwestê de dibe ku ji hev cuda bin.

Bi piştgiriya Partiya Tevgera Netewperest (MHP), Ak Partiyê karî ku guhertina Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê bibe referandûmê. Di referandûmê de jî helwesta herî ku tê mereqkirin a Kurdan e ku gelek stratejîst amaje dikin ku dê dengên Kurdan di encamê de bibandor bin. Di vê mijarê de Serokê Partiya Maf û Azadiyan ê Diyarbekirê Vasif Kahraman amaje dike, ku wan hîn biryara xwe ya dawî nedaye lê meyla wan li ser dengê ‘nexêr’ e.

Kahraman ji K24ê re wiha axivî: “Li gorî min em ê bejin na, lê na ya me ne wek na ya HDP û CHP’ê ye. Em ê sedemên biryara xwe bi raya giştî re parve bikin. Wek mînak em nabêjin Em te nakin serok. Dê sedema me ne wek ya HDP û CHP’ê be.”

Di referandûmê de dê beşeke ji partiyan bibêjin ‘erê’ dê beşek bibêjin ‘nexêr’ û beşek jî behsa boykotê dikin. Ji van 4 rengan cudatir, PDK-Bakur alternatîfeke nû daye pêşiya xwe û navê wê alternatîfê jî wekî ‘protesto’ diyar kiriye.

Serokê PDK-Sertaç Bûcak dibêje; boykotkirin helwesteke qels e û divê helwesteke balkêş were nîşandan. Bûcak got: “Em boykot nakin. Em ê rêyeke 4. Peyda bikin. Em ê herin ser sendoqan û li ser dengen xwe binivîsin: Kurd hene, mafên kurdan gerek werin nas kirin. Em ê helwesteke wiha nîşan bidin.”

Partiyên Kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê di helwest û biryarên xwe yên li ser referandûmê de naskirina mafên neteweyî yên Kurdan wekî pîvanê dibînin. Ji ber vê yekê guhertina makezagonê pêwîst dibînin, lê ji ber ku mafên Kurdan di vê guherîna makezagonê de nehatine bicihkirin, Partiyên Kurdistanî guherîna xalan bi tenê têr nabînin.