Li Bakur tevgera "Bernameya Navendên Cazîbeyê" didome

Ji aliyê Serokwezîrtiya Tirkiyeyê ve ji bo 23 bajarên Bakurê Kurdistanê "Bernameya Navendên Cazîbeyê" daye destpê kirin. Armanca vê projeyê ew e ku li Bakûr zêdetir derfetên kar û xebatê peyda bibin. Serokên Jûrên Karsaz û Pîşesazên bajarê Semsûrê ji vê projeya nû bi hêvî ne. Karsaz dibêjin, dewletê ji bo kar û xebatê derê torikê pereyan vekiriye.
kurdistan24.net

 

K24 – Semsûr

Ji aliyê Serokwezîrtiya Tirkiyeyê ve ji bo 23 bajarên Bakurê Kurdistanê "Bernameya Navendên Cazîbeyê" daye destpê kirin. Armanca vê projeyê ew e ku li Bakûr zêdetir derfetên kar û xebatê peyda bibin. Serokên Jûrên Karsaz û Pîşesazên bajarê Semsûrê ji vê projeya nû bi hêvî ne. Karsaz dibêjin, dewletê ji bo kar û xebatê derê torikê pereyan vekiriye.

Bajarê Semsûra Bakurê Kurdistanê bi 200 û 40 Hezar nifûsa xwe, ji şer û aloziyan dûr di nava aramiyekê de ye. Ji 23'ê bajarên ku dê bi  "Bernameya Navendên Cazîbeyê" ji dewletê piştgiriya aborî bigre yek jî Semsûr e. Ji ber ku li Semsûrê derfetên kar kêm in mehên havînê gelek kes koçî bajarên Rojavayê Tirkiyê dikin.

Serokê Jûra Bazirgan û Pîşesazên Semsûrê Mustefa Uslu di wê baweriyê de ku bi bernameya piştgiriya aborî rengê bajêr biguhere. Uslu ji K24ê re got: "Li gorî projeya piştgiriyê, dewlet dê bêbedel erse bide razemendan. Li ser erseyê jî dê ji vo kargeha we avahiyekê çêbike. Yên ku bixwazin dê bi xwe avahiyê xwe çêbike û mesrefa xwe ji dewletê bistîne. Wekî din jî razemend dê bikaribin bi krediyê bê faîz makîneyên febrîqeya xwe jî temîn bike. Her dîsa dê dewlet ji bo birêvebirina karê febrîqeyan jî bê krediyek bê faîz bide."

Li gorî daneyên Saziya îstîtastîkan a Tirkiyeyê ji sedî 20'ê nifûsa Semsûrê ji ciwanan pêk tê. Lê belê rêjeya betaliyê zêde ye û ji 100 kesan 10 kes bê kar in. Ev der jî kargeheke tekstîlê ye. Xwediyên kargehê ji Stenbol hatine lê her 100 xebatkar ji Semsûrê ne. Bi bernameya piştgiriyê tê payîn ku hejmara xebatkarên vir bigihe 250 kesan.

Çavên yek ji hevparê kargehê Şukru Bozkurt jî li projeya nû ne. Bozkurt dibêje, xelkê bajêr ji bo kar û xebatê sist e û xebatkarên kalifiye peyda nabin. Bozkurt  dibêje: "Em ji Stenbolê hatine û me ev kargeh ji bo xelkê Semsûrê vekiriye. Di kargeha me de 100 karker dixebtim. Lê belê ji me re zêdetir karker pêwîst in, ji ber ku ji Semsûrê gelek kes ji bo kar koçî bajarên din kirine em tengasiya xebatkaran dijîn. Bi projeyên nû dê li Semsûrê zêdetir derfetên kar çêbibin."

Ev der jî Herêma Pîşesaziya Organîze a Semsûrê ye. Li vê herêmê bi dehan febrîkeyên mobîlya, mermer û xwirekê hene. 6 Hezar û 500 kes li vir debara xwe dikin.

Serokê Lijneya Rêveber a Herêma Pîşesaziya Organîze Evdilqadir Çelenk dibêje, bi vê projeyê dê derfetên kar zêde bibin û karsazên ku koç kirine jî dê bi pereyên xwe dîsa vegerin Semsûrê. Çelenk wiha axivî: "Em ji vê projeyê bi hêvî ne û dibêjin dê Semsûr pêşve biçe. Înşaellah dê aboriya Semsûrê pir baş bibe."

"Bernameya Navendên Cazîbeyê" dê 10 salan bidome. Di serî de dewlet dê buhayê 20 milyar lîre piştgiriya razemendan bike. Li 23 bajaran heta 27'ê vê mehê dê karsaz bi projeyên xwe serî li dewletê bidin. Projeyên ku werin qebûlkirin dê piştgiriyê bistînin. Bi temamkirina projeyê dê ji bo 30 hezar kes derfetên kar peyda bibin.