Serxwebûna Kurdistanê ewleyiya herêmê/cîhanê qayim dike

Kurd24

Cemal Batun 

Gengeşeyên girêdayî serxwebûna Kurdistanê, li Herêma Kurdistanê û raya giştî ya Kurd de bi awayek berfereh tê helsengandin. Bi destê Serokê Kurdistanê, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Kurdistanê, hikumeta Kurdistanê mijar herweha bûye babetek navneteweyî.

Guman jê re nî ne, ku di ware konjoktura siyasî ya cîhanî de, rastiya / realiteya Kurdistanê baştirîn dem ji bo pêvajoya rêya serxwebûna xwe girtiye dest. Bi parastina xaka xwe, rêgiriya li pêş terorizma hov a DAIŞ, cangoriyên Kurd, pêşmerge û Serokatiya Kurdistanê nav û dengê Kurdistanê gihandine tevayiya navendên siyasî, medyayî, mirovparêz ên cîhanî.

Herêma Kurdistanê bînamaya xwe ya dewletî ya de – facto di sala 1992an de avakir. Parlementoya Kurdistanê, desthilata şaredarî, aboriya xweser, birêvebiriya civatî, ewleyî, pluralizma siyasî, parastina hevjiyana pêkhateyî û h w d, heta roja îro (2017an) bi awayek serkeftî domand. Di herêma aloz a Rojhilata Navîn de, Kurdistan bû modelek serkeftî ya avakirina dewletek serbixwe ya demokratîk.

Di Rojhilata Navîn de, balansek nerasteqîn û ne li ser bîngeha yeksaniya netewe û pêkhateyan de tê jiyandin. Piştî Ereban, Kurd mezintirîn neteweyê Rojhilata Navîn in. Di balansa neteweyî / yeksanî ya herêmê de jî, ji mafên xwe yên rewa, diyarkirina çarenivîsa xwe, diyarkirina viyana  pêşeroja xwe bêpar in. Di vê tewer/bazinê bi xwe de, herêma Kurdistanê karî bibe diyardeye herî baş, ku hemû pêkhate, kêmnetewe li ser erda Başûrê Kurdistanê, di nav balansek rasteqîn, jiyanek yeksan a civatî, olî, neteweyî de hevjiyanê pêkbînin.

Herêma Kurdistanê, ji dema danîna bîngeha xwe ya herêmek federal heta niha nebû metirsiyek, gefek li ser ewleyî, pêkve jiyan, aştiyê li herêmê û cîhanê. Kurdistanê pêşî li ber terorîzm a herî hov girt, nehişt ew bigihe war û cîhên din ên cîhanê. Bû mezintirîn têkoşerê dijberê terorîzmê. Ne tenê xwe, herweha nirx û hebûna mirovayetiyê li dijî terorîzmê parast.

Kurdistan, şayanê bidestxistina mafê xwe yê pêşerojê ye. Li ser xaka xwe damezrênerê jiyana xwe bi xwe ye. Zarokên Kurd jî mafdar in, ku bibin xwedî pêşerojek azad, li ser bîngehên nirx û sembolên neteweyê xwe, wekî ku mafê her neteweyek din e. Divê pêkhateyên din ên herêmî nebin asteng li pêş maf û azadiyên Kurd. Herçend xwedî azadî, serbestî û serxwebûnê ne, heman ew maf ên Kurdan jî hebin.  Kurdistanek azad / serbixwe dikare bi awayek qayimtir rêgiriyê li terorîzm, taifiyet, dijminkariyên herêmî bî ne. Bibe xwedî rol. Ev yek di berjewendiya Kurd û herweha berjewendiya cîhanê de ye jî.