Dorian: Bi HSDê re Reqayê dorpêç dikin

Berdevkê Hevpeyamniya Navdewletî ragihand, di çend hefteyên bê de bajarê Reqayê bi temamî dê bê dorpêçkirî be û bow ê yekê jî ligel HSD û Îtîlafa Sûriyê ya Erebî kar dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Hevpeyamniya Navdewletî ragihand, di çend hefteyên bê de bajarê Reqayê bi temamî dê bê dorpêçkirî be û bow ê yekê jî ligel HSD û Îtîlafa Sûriyê ya Erebî kar dikin.

Berdevkê Hevpeyamniya Navdewletî John Dorian di konferanseke rojnamegerî de ragihand, ew berdewam in di qonaxa dorpêçkirina Reqayê de û ew ji navenda bajêr jî nêzîk dibin. Bo vê yekê jî ew ligel HSD û û Îtîlafa Sûriyê ya Erebî kar dikin.

Herwiha Dorian got ku, ew pêşîniyê dikin, ku di çend hefteyên bê de Reqa bi temamî dorpêçkirî be û paşê jî wê biryarek hebê ku ew derbasî di nava bajar de bibin.

Doriyan amaje bi wê yekê kir, ew dema kontrolkirina bajêr destinîşan nakin, lê ew di wê baweriyê de ne, ku pêşketineke baş heye û ewê berdewam bin li ser xistina fişaran li ser DAIŞê di gelek eniyan de.

Hêza Sûriyeya Demikratîk (HSD) ku di qonaxa yekem de bakurê Reqayê kontrol kir, di qonaxa duyem de bo kontrolkirina rojavayê bajêr birêve bir, HSD roja 4 Sibata 2017an jî dest bi qonaxa sêyem ya kontrolkirina rojhilatê bajarê Reqayê kir.

Berî çend rojan Berdevkê HSD Telal Silo ragihandibû ku Amerîka hejmarek ji otombîlên leşkerî yên pêşketî pêşkêşî HSDê kiribû û ev hevkariya ji aliyê rêveberiya nû ya Serok Amerîka Donal Trump destpêkeke baş e.