DAIŞ li Reqayê amadekariya “Şerê Kolanan” dike

Piştî ku HSDê ji bajarê Reqayê ve nêzîk dibe û Hevpeymaniya Navdewletî hemû pireyên di nava bajêr de rûxand û bajar bû du beş, DAIŞ li Reqayê tevahiya amadekariyên xwe bo “Şerê Kolanan” dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî ku HSDê ji bajarê Reqayê ve nêzîk dibe û Hevpeymaniya Navdewletî hemû pireyên di nava bajêr de rûxand û bajar bû du beş, DAIŞ li Reqayê tevahiya amadekariyên xwe bo “Şerê Kolanan” dike.

Rojnameya “Şerq El-Ewset” rapoertek belav kir, tê hatiye ku çekdarên DAIŞê li bajarê DAIŞê tevahiya amadekariyên xwe bo şerê kolanan girtiye ber dest.

Ev yek di demekê de ye, ku firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê hemû pireyên li ser çemê Feratê bombebaran kirine û herdu aliyên rast û çepê yên bajêr ji hev û du birîne.

Ji aliyekî din ve, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku ji 5 Mijdara 2016an de dest bi operasyona “Hêrsa Feratê” ya rizgarkirina Reqayê dest pê kiriye, ku qonaxa yekem ya wê operasyonê bo kontrolkirina bakurê Reqayê bû. Qonaxa duyem ku 10 Berçileya 2016an bo rizgarkirina rojavayê Reqayê, qonaxa sêyem jî bo kontrolkirina rojhilatê bajarê Reqayê dest pê kiribû. 

Berdevkê Hevpeyamniya Navdewletî John Dorian roja 9 vê mehê di konferanseke rojnamegerî de ragihand, ew berdewam in di qonaxa dorpêçkirina Reqayê de û ew ji navenda bajêr jî nêzîk dibin. Bo vê yekê jî ew ligel HSD û kar dikin, ku heta niha HSDê kariye 3 hezar û 410 k.m çarkoşe ji parêzgeh Reqayê kontrol kirine.

Herwiha raportê amaje bi wê yekê kiriye, ku DAIŞê boriyên cement di nava bajêre de raxistine û borî tijî petrol kirine, ku mebest jê ew e, ku dema şerê kolanan dest pê kir, agir bi wan boriyan ve pêxîne û dûmana reş li asmanê bajêr bigire, da ku navenda bajêr ji firokeyên hevpeymanan ve diyar nebe.

Herwiha DAIŞê li xwediyên dikanan ferz kiriye, ku mertalên çemento bi bilindahiya 1.5 m li pêş dikanên xwe danin.

Ji aliyekî din ve, DAIŞê gelek çal di nava bajêr de kolane û tebabeke mezin ji qenim tê de veşartiye, wek metirsiyekê ku dorpêça Reqayê dirêj bibe.