Erdogan: Navçeya Aram dê 4-5 hezar k.m çargoşe be

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan radigihîne, piştî kontrolkirina bajarê Babê, ew ê berê xwe bidin Minbic û Reqayê û ligel Hevpeymaniya Navdewletî hewl didin navçeya aram li Sûriyê ava bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan radigihîne, piştî kontrolkirina bajarê Babê, ew ê berê xwe bidin Minbic û Reqayê û ligel Hevpeymaniya Navdewletî hewl didin navçeya aram li Sûriyê ava bikin.

Erdogan ku bi serdanekê li welatê Behrênê ye di gotarekê de got, navçeya aram li bakurê Sûriyê dê bi rûbera 4 ta 5 hezar k.m çargoşe be, dê di heman demê de navçeyeke dijefirînê be jî.

Hefteya borî, Berdevkê Serokatiya Tirkiyê Îbrahîm Kalin ragihandibû, ku li gor plana Tirkiyê, avakirina navçeya aram li Sûriyê, dê di navbera bajarê Ezaz û bajarokê Cerablusê de be.

Piştî çend rojan ji destpêkirina karê xwe wek Serokê Amerîkayê, Donald Trump doza avakirina navçeyeke aram li Sûriyê kiribû, ku armanca sereke jê ew e, parastina koçberan û hembêzkirina wan e.

Trump daxwaz ji wezareta bergîriyê û derve ya welatê xwe kiribû, ku planeke di dema 90 rojî de danin, ji bo avakirina navçeyên aram li Sûriyê. 

Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê di 24 Tebaxa borî de dest bi operasyona Mertala Ferêt li nava xaka Sûriyê de kirin. Îro jî artêşa Tirkiyê ragihandibû ku ji sedî 40 ji bajarê Babê hatiye kontrolkirin.