Abdula: Tirkiye razî be razî nebe, şerê Reqayê berdewam e

Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) radigihîne, biryara operasyona Reqayê girêdayî Hevpeymaniya Navdewletî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve ye.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) radigihîne, biryara operasyona Reqayê girêdayî Hevpeymaniya Navdewletî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve ye.

Hevseroka PYDê Asya Abdula li Moskoyê ji K24ê re ragihand, bê çareseriya pirsa Kurd li Rojhilata Navîn, aramî li Rojhilata Navîn peyda nabe. Di civînên Cenêv û Astanayê de ti projeyên çareserî tune ye, ne ji aliyê navdewletî ve û ne jî ji aliyên di wan civînan de beşdar dibin.

Abdula amaje bi wê yekê kir, Sîstema federalîzma Bakurê Sûriyê dikar bibe çareserî ji bo tevahiya Sûriyê, ji ber ew ezmûneke serkeftî ye.

Derbarê daxuyaniyên Tirkiyê yên operasyona Reqayê de Abdula got: Tirkiye razî be razî nebe, niha Operasyona Reqayê bi hevkariya Hevpeyamniya Navdewletî berdewam e û niha qonaxa sêyemîn ya wê operasyonê birêve diçe. Tirkiye nikare biryarê bide ku kî beşdarî wê operasyonê bibe. Ev pirs girêdayî Hevpeymaniya Navdewletî û HSDê ye.”